From Wikipedia, the free encyclopedia
Sindî, navê eşîreka li Kurdistanê ye. Li herêma Sindî ya li navbera Duhok, Zaxo û Botan-Hekariyê dijîn. Sindiyên di navbera Botan û Hakkariyê de li bajaroka Qilaban dimînin. Li gel Sindiyên kurd zimanê hemû Sindiyên dî jî Îndo-Ewropî ye û Aryen in.(4) Li Türkiye; Hodane, Mola Şehbas, Günde Zeviye,Roboski, Hedriş, Yekmal,Şexon, Cizire, Silopi. Mardin e jî gelek Sindî dijîn.
Sindiyên kurd di dîrokê de dewleteka mezin ava kirine. Ev dewlet beriya 3500 salan e ava bûbû. Navê wê dewletê Împeretotiya Mitannî ye (5). Avakirina vê împeretoriyê jî wiha çêdibe Malbatek ji kurdan koçberê Hindistanê dibe. Li wir li herêma Sind niştecih dibin. Piştî demeke dirêj ji Hindistanê dîsa vedigerin welatê xwe Kurdistanê(6). Ji wan re dibêjin kurdên Sindê. Li pêşiyê tên Amedê. Li Amedê (Diyarbekir) dewletekê ava dikin. Riha (Urfa), Mêrdîn, Sîncarê jî bi dest xwe ve dihînin. Li Mêrdînê Weşukaniyê dikin paytext. Navê dewleta wan Mîtanî bû û navê çiyayê Metîna ji wir tê. (7)2 jinên delaltirîn ên di dîrokê de navdar ji wan Sindiyan bûn. Ew Nefertîtî û Nefertarî ne. Nefertîtî û Nefertarî şû bi Fîrewnên Misrê dikin.(8) Û li wir dest danîn ser rêvebertiya dewletê.
Niha li Hindistanê herêma Sind heye û zimanê wan Sindiyanî ye. Li piştî hezar salan ev kurdên Sindî ji her alî ve bûn kurdên Îranî. Divê bê gotin ku peyva "Îran" ji "Aryenê" tê. Bi eslê xwe Kurdistan, Ermenistan, Azerbaycan... jî Îran in. Kurd Mezopotamiyên Îranî ne. Ango Mezopotamiyên Aryen in. Ji bavûkalên kurdan, farisan, Hindistaniyan, Pakistaniyan, Afxaniyan, Azeriyan, ingilîz, frensî, alman... re dibêjin "aryen".
Eşîra Sindiyan li 14 Icaxen Mala Acamme, Mamizdeni, Pisaxa, Benestani,Coneki, Bosali,Neri,Sheranshi,Perexi,Mendozî,Mcoli,Bileki,Sofi,Shexesdeni û Shivameni belavdibe. 112 Gunden Eşîra Sindiyan
Li Dîf Jêderên Kevin û Axivtnên Babo Bapîran Gûllî û Sindî eşîreka Pêkve Bon Ta Salên ( 1919 ) Heta Nokejî Têkelîya Navbera Herdo eşîreta Ji Layê Çivakî û Keltorî Ve Zor Lêk Nêzîkin.
Psaxa ji Bakurê Kurdistanê, ji Wanê hatin e. Eslê xwe Garisan in. Silêman Axa Sindi seroke eşira sindiye.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.