Serdê
Gundekî Hêna Diyarbekirê From Wikipedia, the free encyclopedia
Remove ads
Gundekî Hêna Diyarbekirê From Wikipedia, the free encyclopedia
Serdê (bi tirkî: Seren), gundekî bi ser navçeya Hênê ya Diyarbekirê ve ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye valakirin.
Serdê gundekî gelek kevn û dîrokî ye. Berî Mîladê navê gund Newzerk (Newzerg) bûye û piştre Serder gotine. Di serdema me de jî navê wî Serdê ye. Sê mezrayên serdê hene: Koçeran (bi tirkî: Mazili), Goma Hesen Begê û Goma Xelîl Begê. Serdê 9 km ji navenda Hênê dûr e. Hejmara xaniyan 38 e û ya şêniyan 229 e. Ji zû ve li gund dibistan û nexweşxaneyek hebû. Ji ber şerê van 15-20 salên dawî nexweşxane û dibistan herdu jî girtî ne. Ajel xwedî dikin, çandiniyê dikin. Gundekî avî ye. Ji bin çiyayê Serdê aveke gurr û gurt derdikeve. Çend aş li ber vê avê digerin û bexçeyên Serdê bi nav û deng in. Sebze û rez gelek in. Petêx û qawindên Serdê li herêma Amedê bi nav û deng in. Serdî bi kurmancî dipeyivin û bi dimilkî jî dizanin.
Di dema ferman û kuştina ermeniyan de, li çiyayê pişt Serdê şikefteke bi nav û deng hebûye. Ew şikeft wek bîra ji kevir a bêbinî ye. Dewletê ermeniyan ji herêmên Licê û Hênê qefle bi qefle birine ser wê şikeftê û kuştine. Laşên wan avêtine bin wê şikefta kûr û qerqez.
Di dema şerê Şêx Seîd de Serdê roleke mezin û girîng lîstiye. Şêx Seîd bi xwe li Serdê maye, civîn û planên xwe yên ji bo Hêne û li Licê li wir girtine.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.