Rojnameke siyasî, folklorî û kulturî ya Kamiran Alî Bedirxan ku ji sala 1943a heta sala 1946a bi kurmancî û fransî derdiket From Wikipedia, the free encyclopedia
Roja Nû, rojnameyeke Kamiran Alî Bedirxan bû. Hejmara pêşî 3ê gulana 1943an de derket.[1] Bi tevahî 73 hejmar derketin û ya talî di 27ê gulana 1946an de hate çapkirin.[2] Ew bî zimanê kurdî û fransî dihate derxistin. Rojname ji 4 rûpelan pêk dihat, 3 rûpel bi kurmancî bûn û yek bi fransî bû. Hejmara herî dawî ya 73em tevahî bî zimanê fransî derket.[2]
Rojnameyeke hefteyî bû, lê ji ber rewşa aborî û ciyopolîtîkî, hem hejmarên wê li ser hev nehatine çapkirin û hem jî hatiye rawestandin.
Tevî ku rojnameyeke siyasî bû, lê belê gelekî guh daye filoklor û çanda kurdî jî. Hin nîvîskarên rojnamê: Dr. Kamiran Alî Bedirxan, Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî Can, Mistefa Ehmed Botî.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.