From Wikipedia, the free encyclopedia
Rênas Xendekî nivîskar û parêzerê kurd e.
Rênas Xendekî | |
---|---|
Jidayikbûn | 13ê kanûna paşîn a 1994an (30 salî) Botan |
Pîşe |
|
Zimanê nivîsinê | Kurdî |
Perwede | Zanîngeha Dîcleyê |
biguhêre |
Di sala 1994an de li Hezexê li gundê Xendekê hatiye dinê.[1] Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Cizîra Botan qedand. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa hiqûqê xwend. Di dema xwendekarîya xwe ya lîseyê dest bi nivîsandina kurdî kir. Helbest û nivîsên wî di kovarên Hawara Botan, W, Folklorame, Aşdad û Dadistanê de hatin weşandin. Di 2015an de di Komxebata Hiqûqê û di 2018an de di Komxebata Folklorê ya Weqfa Mezopotamyayê de cih girt. Di 2017an de berhema wî ya ewil Mamikên Botanê ji weşanên Wardozê çap bû. Avakar û rêvebirê projeya Asoya Helbesta Kurdî ye.[2] Hinek helbestên Orhan Veli Kanık ji tirkî wergerand kurdî, di bin navê Van Hewayên Xweş Ez Mehf Kirim de ji Weşanên Soranê çap bû. Di 2018an de pirtûka wî ya Folklora Roja Nûyê çap bû. Rênas Xendekî zewiciye û bavê zarokekî ye, niha li Cizîra Botan parêzeriyê dike.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.