From Wikipedia, the free encyclopedia
Philipp Eduard Anton (von) Lenard (jdb. 7ê hezîrana 1862an li Pressburg; m. 20ê gulana 1947an li Messelhausen) fizîknasekî alman bû. Di sala 1905an de Xelata Nobel a fizîkê wergirtiye.
Profesor |
---|
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Messelhausen (d) |
Navê jidayikbûnê |
Philipp Eduard Anton von Lenard |
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe | |
Hevjîn |
Katharina Lenard (d) |
Karder | |
Qada xebatê | |
Partiya siyasî | |
Endamê | |
Xwendekarê | |
Şêwirmendên doktorayê |
Robert Bunsen (), Georg Hermann Quincke (en) () |
Xelat |
Xelata Nobelê ya Fîzîkê () Lîsteya berfireh Golden Party Badge (en) Rumford Medal () Matteucci Medal (en) () Xelata Nobelê ya Fîzîkê () Franklin Medal (en) () |
Sala 1894an tîrêjên katot di nava peleke alîmînyûmê re derbaskir û da îsbatkirin ku ew dikarin bi qasî dûrahiyekê belavbibin. Îro tîrêjen katot bi navê wî tên binavkirin. Sala 1902an keşfa xwe ya mezin a li ser gazan pêk tîne. Di iyonkirina gazan de rol û bandora elekronan bi mîsogerî rave dike û tixûb û hêza fotoelektrîkê destnîşandike.
Ew di 8ê gulana 1924an de bi fermî dide xuyakirin ku dibe endamê partiya nazî, NSDAP. Ji ber ku fizîknasekî navdar bû, Adolf Hitler dixwaze bi wî têkilî dayne û wî bo berjewendiyên sazûmaniya nazî bi kar bîne. Ew jî viya dipejirîne. Herwekî êdî bo zanistiya fizîkê bêjeya "fizîka almanan, fizîka aryanan" bi kar tîne. Lê ew di dawiya temenê xwe de dide xuyakirin ku wî van binavkirinan ne ji bo tevahiya zanistiya fizîkê, lê ji bo destkeftiyên fizîka bakuriyan (german) gotiye.
Ji bo xelata wî jî gelek guftûgo hatine kirin. Gorî gelekan ji ber ku ew endamê partiyeke faşîst bûye, diviyabû Xelata Nobel ji wî şûnve bihata girtin an betalkirin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.