Pezkovî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Pezkovî an bizina kovî (Rupicapra), cinseke guhandarên giyaxwer e ji binefamîleya Caprinae ji famîleya Bovidae. Bi giştî ji mih û bizinan girtir dibin. Kayîn, qiloçî û guhanî ye, pirtirîn li deverên çiyayî dijîn. Pezkovî wek sembola çiyayên Kurdistanê jî têne hesibandin.
Pezkovî | |
---|---|
![]() | |
Pezkovî | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Artiodactyla |
Famîle: | Bovidae |
Binefamîle: | Caprinae |
Cins: | Rupicapra Blainville, 1816 |
Parastin
Pezkoviyên Kurdistanê di lîsteya Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Cîhanê (IUCN) ya “lîsteya sor” de ne, ku ajalên cureyên ber bi nemanê ve diçin tê de cih digirin. Lewma nêçîra wan qedexe ye.
Şayes
Êmê wan giha ye. Bejna wan digihêje 1,5 m. Pezkoviyên nêr bi qiloç in, qiloçên wan dirêj û çetelî ne.Hi cureyên xwe yên qoç gir in û wek ku meriv ji navên wan fehm dike ew ne yên kedî ne û yên kovî ne.
Cureyên wê
- Pezkoviya Alpî (Rupicapra rupicapra)
- Pezkoviya Pîreneyî (Rupicapra pyrenaica)
Girêdanên derve

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Pezkovî de hene.

Rupicapra, ser Wîkîcureyê.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.