From Wikipedia, the free encyclopedia
Partiya Sosyalizma Demokrat - PDS (bi almanî: Partei des Demokratischen Sozialismus) partiyeke siyasî li Almanyayê ye. Partî niha piştî hevkarî û yekbûna bi partiya WASG re, bi navê Partiya Çepgir (bi almanî: Linkspartei) tê binavkirin. Herwekî navê PDS (Partei des Demokratischen Sozialismus) jî tê bikaranîn.
Partiya Sosyalîzma Demokrat
| |
---|---|
Logoya Partiya Sosyalîzma Demokrat | |
Dewlet | Almanya |
Dema avabûnê | |
Serok |
|
Cihê baregehê | |
Hj. endaman | |
Rengê fermî | Sor |
Îdeolojiya siyasî | Sosyalîzma demokratîk |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bingêha vê partiyê ji Partiya Yekîtiyê ya sosylîst a Almanyayê - SED (Sozialistischen Einheitspartei Deutschlands) a Almanyaya Rojhilatê ya berê (DDR) tê. Wekî tê zanîn herdu dewletên alman di sala 1989an de dibin yek. Heya 4ê sibata 1990an wekî SED-PDS tê binavkirin. Di kongreya xwe ya 9em de (17ê tîrmeha 2005an) bi partiya Xebat-Dadmendiya Sosyal Alternatîva Hilbijartînê (WASG) re yekîtiye çêdike û bi navê Partiya Çepgîr dikeve hilbijartinan.
Partiya Çepgîr bi riyên rewa û parlamantarîzmê li avakirina civakeke sosyalîst digere. Pirsgîrêkên di rojevê de ne bi zanîstiya sosyalîzmê şîrove dike. Nizmkirina bacê, parastina sirûştê, rakirina mecbûriyeta leşkerîkirinê, dadgeriya global, parastina destkeftiyên hemwelatiyan, polîtîkayeke mirovane ya hindikahiyan, rakirina cûdatiya di navbera federedewletên Almanyayê, lêgera perwerde û tenduristiya bêdirav hwd proje û daxwazên vê partiyê ne.
Vê partiyê gelek caran dostaniya xwe ya ligel têkoşîna gelê Kurdistanê jî nîşan daye. Di hilbijartinên dawî de wekî oposîsyon di parlamana Almayayê de cihê xwe girtiye.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.