parêzgehekê Tirkiye From Wikipedia, the free encyclopedia
Mereş (bi tirkî: Kahramanmaraş) parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye ku di nava sinorê komara Tirkiyeyê de ye. Serbajarê parêzgehê Gurgum e. Li rojhilatê parêzgehê Meletî û Adiyeman, li rojava Qeyserî û Edene, li başûr Entab û Osmaniye, li bakur jî parêzgeha Sêwas cih digire. Li gorî daneyên dawiya 2023an nifûsa parêzgehê Mereşê 1.116.618 kes e.[1]
Parêzgeha Mereşê Kahramanmaraş | |
Koda parêzgehê: 46 | |
Nexşeya navçeyan | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Serbajar | Gurgum |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2009) | 1.037.491 kes |
Rûerd | 14.327 km2 |
Berbelavî | 72,42 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 10 navçe |
Hejmara bajarokan | 64 bajarok |
Hejmara gundan | 476 gund |
Agahiyên din | |
Dem | UTC+2 |
Koda telefonê | (+90) 344 |
Parêzgeha Mereşê bi tena serê xwe %14ê pêwîstiya elektrîkê ya Tirkiyê peyda dike, bi saya santralên termîk ên Avşîn - Albistan A, B û C, yên ku di nav sînorên parêzgehan de ne.
Parêzgeha Mereşê deryaya wê tune ye, lê girêdayî herêma Behra Spî ya Tirkiyê ye. Erd heta 3000 m bilind e û ji çiyayên Torosê pêk tê, ku di navberê de deşt hene. Li parêzgehê gelek çem hene lê golên xwezayî tune.
Navenda Mereşê li quntara Çiyayê Ahîrê hatiye lêkirin. Ji ber vê yekê navenda bajêr gir e. Her çend hin dever li derveyî navenda bajêr deşt bin jî, piraniya wan xwedan avahiyek çiyayî ne. Mereş bi avahîya xwe ya avhewayê ji parêzgehên din cuda ye, ji ber ku nexşeya parêzgeha Mereşê di 3 herêman de cih digire. Ji ber vê sedemê, avhewa wê ya guherbar heye, lê bi gelemperî avhewaya Deryaya Navîn serdest e.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.