Remove ads
From Wikipedia, the free encyclopedia
Lek[2][3]navê komekî li başûrê rojhilata Kurdistanê de ye, ku bi kurdiya lekî diaxivi.[4] Hejmara kesên Lek ji 1 heya 1,5 milyon pêk tîne.[5] Avakerên Xanedana Zendiyan, wekî hikûmdar Kerîmxanê Zend bi eslê xwe lekî bûne.[2]
Peyva "lek" bêjenasiya (etîmolojî) xwe di zimanê farisî de ye. Lek di farisî de tê wateya "dehhezar". Gorê efsaneya devkî, gava ku lek li warê xwe yê îroyî têne bicîhkirin, ji 10.000 malbatan hatibûne pêk.[6] Ji bo wê yekê ji wan re lek hatiye gotin..[7]
Eşîrên lek îro li Luristan, Kirmaşan û Îlamê dijîn. Ji warê wan re bi kevneşopî "Lekistan" têye gotin. Belê gelek eşîrên Lek li parêzgehên Kurdistan, Azerbaycana Rojava û Hemedanê jî bicîhbûne.
Qewmê Lek li parêzgehên Luristan, Kirmaşan, Îlam û Hemedan niştecih in.
Çawa zimanê û çand lekan jî eşkere dike, baweriya bipiranî ew e ku lek ji bakur ve koçberê Lekistanê bû ne. Gorî Mînorskî şahê Îranê di sedsala 16'emin de eşîrên lek ji bo piştgirtiya waliyê Luristanê dawetê Luristanê kiriye. Sedema vê gazîkirinê serhildana eşîrên Luristanê li hember walî bû ye.[6][girêdana mirî]
Kurdnas Izady lekan bi etnîkî li ser kurdên gûran dijmere û diyar dike ku zimanên lekan çiqas jî dûrê gûranî/hewramî be jî, be çand û dîrokî ve ew beşeke kurdên gûran in[8]. Mîr Şerefxan di Şerefnameya xwe de lekan li ser eşîrên kurdên Gûran dijmêr e. Herwiha eşîra Zend a ku yek ji eşîrên lek ên bingehî ye, di nav gûranan de tê binavkirin. Belê têye xuyandin ku mîr Şerefxan navê gûran ê ku îro li Kurdistanê him wek trîbonîm (Gûran) him jî toponîm (Gûran) û sosyonîm (Gûran) mewcûd e, di Şerefnameye de bi giştî ji bo kurdên erdê Îranê bikartîne.[6][girêdana mirî]
Hinek êl û eşîrên kurdên lek îda dikin ku ji Farsê hatine warê xwe yê îroyî. Mînakî êla Sencabî ya ku bi beşî lekîaxiv e ji farsê koçberê Luristan û Kirmaşanê bû ye.[6][girêdana mirî]
Zimanê lekan ê ku wek lekî tê binavkirin, zimanêkî îranî ji şaxa bakur-rojava ye. Tê xuyandin ku bihgeha wî zimanê kurdî, bi taybetî kurdiya başur e. her çiqas rêzimanê wî zimanê kurdî be jî.
Mezhebê ekserê Lekan Şiîtiya dozdeh îmamane. Hindek ji lekan jî tebîî mezheba Yarsanin
Êl û eşîrên Lek ên li Lûristanê litev eşîrên Lûr û Feylî ve dijîn, beşeke wan heta 1970an an wek koçber an jî li deverên gundewarî dijiya. Pirraniya eşîrên lek bieslî heta destpêka sedsala 20'emin koçberbûn, akincîhkirina wan di dema Pehleviyan de dest pê dike. Ceribandina Şah Reza Pehlewî eşîrên koçber ên lek bi darê zorê akincîh bike, axa û serekên eşîrên lek di sala 1927an de hêrs dike û ev li hember siyaseta Şah serî hildidin. Heman salê de şervanên eşîra Bayrawend êrişên navenda Xurremabadê dikin, bi sedan leşker û fermandarê artêşa Îranê yê Luristanê dikujin. Navê vê eşîrê Payrewan e û hinek ji wan li derdora Çiyayên Neraman, Paraw û Bêstûn bi awayekî niv koçer dijîn. Piraniya wan jî li navçe û gundê derdora van çiyan bicîh bûne. Dewleta Îranê ji bo bersiva vê êrişê deringî nakeve. Artêşên fermî yê Îranê êrişê dibin ser şervanên bayrawendiyan û zorê li wan tînin. Piştî sernefiraziya wê serhildanê Şah Riza pênc hezar malbatên bayrawendî mişextê Qazwênê dike, gelek eşîrên lek ên din jî bi zorê têne akincîhkirin.
Taybetmendiyek eşîrên lek, xeynî ziman, navên wan e. Heye ku navê hemî eşîrên lek bi paşbendika -wend (yek caran wek -wen jî tê bilevkirin) bidawî dibe. Ev paşbendik di zimanê Iranî yên kevn de jî hebû ye. Heta îro jî di Farisî de tê bikaranîn. Herwiha farisîaxiv ên li Efxanistanê xwemalî ji xwe re dibêjin "Farsîwan", yanê Farisî. Hinek êl û eşîrên kurdan ên ne lekîaxiv jî hene, navê wan bi vê paşbendikê dawî dibe: mînak Reşwend (an Reşwan) (kurmancîaxiv), Hemewend (kelhûrîaxiv), Xewend (şêxbizinîaxiv) hwd..
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.