From Wikipedia, the free encyclopedia
Kurdiname kovareke kurdî ya akademîk e ku di sala 2019an de dest bi weşanê kiriye.
Di sala 2019an de ji aliyê mamosteyê beşa kurdî ya zanîngeha Dicleyê ya Amedê Osman Aslanoğlu ve hatiye damezrandin. Li ser malpera fermî ya kovaran dergiparkê cih digire. Salê du jimaran derdixe. Yek payîz, yek jî biharê. Jimara payîzê di meha çiriya paşîn de, jimara biharê jî di meha nîsanê de derdikeve. Kovara akademîk bi hakem e û navneteweyî ye. Mijarên kovarê ziman, wêje, çand û dîroka kurdî ne. Kovar bi zimanên kurdî, tirkî, înglîzî, farisî û erebî gotaran diweşîne. Bi hemû zaravayên kurdî jî gotar dikarin werin nivîsandin. Her gotar herî kêm ji aliyê du hakeman ve tê kontrolkirin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.