From Wikipedia, the free encyclopedia
John Maxwell Coetzee [kuˈt͜sɪə] (jdb. 9ê sibatê 1940 li Cape Townê, Afrîkaya Başûr) yek ji nivîskarên Afrîkaya Başûr ê xwedî xelata Xelata Nobelê ya Wêjeyê ye. Niha li Awistralyayê dijî. Ew herwekî xwedî gelek xelatên din e jî.
Bavê wî parêzer, diya wî mamoste bû. Ew ji malbateke ku di serdema 17emîn de ji Holandê koçberbûbûn ji dayik dibe. Di Zanîngeha Cape Townê de xwendina matematîk û îngîlîzî bidawî dike. Sala 1960î de koçberê Londonê dibe. Li wir di fîrmaya IBMê de dixebite. Dûre derbasî DYAyê dibe. Li dijî şerê Viyetnamê derdikeve. Piştre vedigere welatê xwe û di Zanîngeha Cape Townê de dersa îngîlîzî dide. Gava teqawit dibe, dibe hemwelatiyê Awistriyayê. Bi zimanê afrîkans û îngîlîzî wergera pirtûkên wêjeyî dike û bala xwe bi giranî berdide cîhana nivîskariyê.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.