From Wikipedia, the free encyclopedia
Japon an Japonya an Japan[1] an jî Yaban (bi japonî: 日本, Nihon an jî Nippon, navê fermî 日本国, Nihon-koku an jî Nippon-koku), li başûr-rojavaya Asyayê welatekî girav e. Japon di Okyanûsa Mezin de ji Deryaya Japanê digihije heta Çîn, Korêya Bakur, Korêya Başûr û rojhilata Rusyayê, li bakur Deryaya Oxotskê, li başûr Deryaya Çîna Rojhilat û Taywanê. Karakterên kanji yên ku navê Japon pêk tînin, têne wateyên "tav/roj" û "nijad/reh". Ji ber vê jî Japon wekî "Welatê ku tav lê hiltê" tê zanîn.
日本国 |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Dirûşm: Endless discovery | ||||||
Sirûd: Kimigayo |
||||||
Japon li ser nexşeyê | ||||||
Paytext | 35°Bk, 136°Rh | |||||
Zimanên fermî | ||||||
Zimanên tên bikaranîn |
|
|||||
Rêveberî | padîşahiya destûrî (1947–) | |||||
• | Serokdewlet | Naruhito (2019–) | ||||
• | Serokwezîr | Fumio Kishida (2021–) | ||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | 3 gulan 1947 (The Constitution of Japan) | ||||
• | Rûerd | 377.972,28 kîlometre çargoşe | ||||
Gelhe | ||||||
• | Giştî | 125.440.000 (2022) | ||||
Demjimêr |
|
|||||
Hatûçûna ajotinê | ||||||
Koda telefonê | +81 |
Japon komgiravekî ye ku ji 6.852 giravan pêk tê. Giravên herî mezin Honshu, Hokkaido, Kyushu û Shikoku ne û ji % 97ê ya welêt dihewînin û giravên din erdên çiyayî ne û hin ji wan ji agirpij in ku çiyayê herî mezin ê Japon, Çiyayê Fuji agirpijekî ye. Japon ji ber nifûsa xwe ya mezin, dehemîn welatê herî şênî ye. Metropola Tokyo ya Mezin a ku li Honshuyê ye, bi tevahiya paytexta kiryariyê, Tokyoyê û prefektor û bajarên li dora wê ne, digihijin zêdetirî 30 mîlyon nifûsî û ev taybetî vê qadê dike metropolitena herî mezin a cîhanê.
Xebatên arkeolojiyê rê didin ku ji serdema Paleolitikê vir ve mirov li giravên Japonê dijîn. Di dîroka nivîskiyê de navê Japon cara yekemîn di metnên Çîniyan de derbas dibe ku ji sedsalê 1emîn mane. Bandora îzolebûnê li ser dîroka Japonê ber bi çav in. Çanda Japon a îroyîn ji hevbandoriya derve û rûdanên hindurîn pêk hatiye. Ji pejirandina makezagonê ya 1947ê vir ve Japon bi monarşiya destûrî tê bi rê ve birin. Serê dewletê împaratora Japon e, serê hikûmetê jî serokwezîr e. Parlemento bi hilbijartinê dikeve ser karê.
Li gorî têrbûna berhemên hundirî, Japon, piştî DYAyê li cîhanê duyemîn e.[2][3] Endama NY, G8 û APEC e. Budçeya parastinê ya Japon li cîhanê rêza 5emîn e.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.