Îdir an jî Reşqelas[2] (bi tirkî: Iğdır) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye û bajarê navenda a Parêzgeha Îdirê ye.[3] Li gorî daneyên sala 2022an nifûsa bajêr 101.700 kes e.
Îdir
Reşqelas | |
---|---|
Bajar | |
Iğdır | |
Koordînat: 39°55′12″Bk 44°2′37″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Îdir (parêzgeh) |
Serbajar | Îdir |
Hejmara bajarokan | 4 bajarok |
Hejmara gundan | 40 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.431 km2 (553 sq mi) |
Bilindahî | 860 m (2820 ft) |
Nifûs (2009) | 122.780[1] |
• Berbelavî | 85,8/km2 (222/sq mi) |
• Serbajar (2009) | 76.950 |
Koda postayê | 76500 |
Koda telefonê | (+90) 476 |
biguhêre |
Dîrok
Dîroka kevnar
Li gorî lêkolînên arkeolojîk ên ku li Îdirê hatine kirin nîşan didin ku li herêmê ji mêj ve jiyan dest pê kiriye û herêmê malavaniya gelek şaristaniyan kiriye. Lêkolîn nîşan didin ku bicihbûnên yekem ên li herêmê ji serdema paleolîtîk û mezolîtîkê vedigere.[4]
Piştî ku Hûrî di navbera 5000 û 4000 salên berî zayînê de li herêmê bi cih dibin piştre gelên wekî Mîttanî, Hîtît, Asûrî, Kimerî, Med, Pers, Sumer û Sûbayî li herêmê bi cih bûne.
Herêm li dora 700 û 550 salê berî zayînê de ji aliyê Împeratoriya Medan ve hatiye birêvebirin.
Dîroka nûjen
Îdir, an jî Îdir, piştî têkçûna wê ya paşîn di Şerê Rûs û Farisan ên (1826-1828) de ji aliyê Împaratoriya Rûsyayê ve ji Farisan tê standin. Piştê demekê dirêj ê dagirkirina rûsan bajêr di sala 1840an de bûye beşek ji herêma Îmeretiyaya Gurcistanê
Beriya Serhildanên Agiriyê îdir girêdayî bajarê Agirî bû. Piştî têk çûyîna Serhildana Agirî, Îdir bi Qersê ve hatiye girêdan û heya 1992an yek ji navçeyên parêzgeha Qersê maye. Di sala 1992an parêzgeha Îdirê hatiye damezrandin û bajêr dibe rêveberiya parêzgeha Îdirê.
Erdnîgarî
Bajarê Îdirê li bakurê Çiyayê Agiriyê li ser deşteke ku li gorî herêmên din ên derdora deşteke nizm e hatiye avakirin.
Avhewa
Îdir xwedî avhewaya parzemînî ya nîvziwa (Köppen: BSk, Trewartha: BS) ku di mehên havînan de germ û ziwa ye û di mehên zivistanan de sar û bi berf e.
Di mehên havînan de germahiya bajêr dike heya 33 °C bilind bibe û di mehên zivistanan de germahiya heya -6.7 °C ê dikeve.[5]
Germahî û barîna nîvekî ya mehane yê Îdirê
Çavkanî: Statîstîkên avhewaya Îdirê |
Aborî
Pêşketina nifûsê
Dîmenên Îdirê
- Dîmenek ji Îdirê
- Deşta Îdirê
- Kêlkeyê gorrê bi qloçê beran li Îdirê
- Wergirtinek Îdirê ji Çiyayê Araratê
Çavkanî
Girêdanên derve
Wikiwand in your browser!
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.