Remove ads
Nivîskarê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Hîlmî Akyol (jdb. 1960î li Dersila Hezroyê, li Diyarbekirê) nivîskar û berhevkarê edebiyata devkî ya kurdî ye.
Hîlmî Akyol | |
---|---|
Jidayikbûn | Dersil, Hezro, Diyarbekir, Bakurê Kurdistanê |
Pîşe | Nivîskar |
Netewe | Kurd Kurdistan |
biguhêre |
Hîlmî Akyol di sala 1960î de li Bajarê Amedê, li navçeya Hezro, li Gundê Dersilê ji diya xwe dibe. Hêj şeş heyvî bû mala wan koçî Amedê dibin. Dibistana seretayiyê ya Alpaslan, di sala 1973an de; dibistana navîn a Alî Emîrî di sala 1976an de û dibistana amadeyî ya Ziya Gökalp jî di sala 1979an de li Amedê diqedîne.
Akyol di sala 1977 an de kasetên dengbêjan berhev dike. berhevkirina kasetan heya sala 1979 an didomîne. Di sala 1979an hem berhev dike û hem jî deşîfrekirina çîrok, stran, destanên fabl û pêkenokên kurdî dike. Wekî ajokarê kamyonê kar dike. 7 salan bi tankêran neftê ji bajarên başûr dikişîne Batman û Mersinê. Di dema ajiwiyê de jî berhevkariya xwe didomîne. Heya niha 113 pirtûkên wî, 3 cîldên Antolojiya Dengbêjan, pirtûkek ji devê jinan stranên dawetê, pirtûkek ântolojiya çîrokbêj û destanbêjan, du pirtûk bi Rojîn Zargê re Amade kiriye. Pirtûka "Ez Eyşe Şan im" jî bi Zeyneb Yaş ê re amade kiriye, bi tevahî 113 pirtûk hatine weşandin. Sê pirtûk ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatine weşandin. Sê pirtûk ji aliye Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê ve jî hatine weşandin. Çar pirtûk ji aliyê weşanxaneya bi navê Elma, çar pirtûk jî ji aliyê - Weşanxaneya Do ve hatine weşandin.
Ji sala 2007an û vir de antolojiya dengbêjan a ku projekteke YEyê û şaredariya bajarê mezin ê Amedê û Navenda Çanda Dîcle Firatê ye, bi tevî hevalên xwe wekî komîsyon amade dike. Niha jî karê berhevkariyê didomîne.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.