Dahêner, nivîskar, edîtor û weşangerê lûksembûrgî-amerîkî From Wikipedia, the free encyclopedia
Hugo Gernsback (jdb.16ê tebaxa 1884an li Lûksembûrgê; m. 19ê tebaxa1967an li New York, DYA) weşanger û nivîskarekî honaka zanistî yê amerîkan ku bi eslê xwe lûksembûrgî bû.
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Navê jidayikbûnê |
Hugo Gernsbacher |
Hevwelatî | |
Pîşe |
Dahêner, editor, nivîskar, romannivîs, nivîskara/ê honaka zanistî |
Şêweyê hunerê | |
Malper | |
Xelat |
Officer of the Order of the Oak Crown (d) () Xelata Hugo () Science Fiction and Fantasy Hall of Fame (en) () |
Hugo Gernsback (esasen Gernsbacher) li navçeya Bonneweg a paytexta Luksembûrgê, Luksembûrg hat cîhanê. Malbata wî cihû bûn. Dayika wî Berta Dürlacher kevanî bû û bavê wî Moritz Gernsbacher meyfiroş bû. Ew perwerdehiya xwe ya teknîkî li Zanîngeha Teknîkî ya Bingenê qedand, di wê demê de hîn jî navendek teknîkî ji bo endezyariya mekanîkî û endezyariya elektrîkê. Di sala 1904a de ew koçî Dewletên Yekbûyî bû. Ew sê caran zewicî bû: Rose Harvey di sala 1906an, Dorothy Kantrowitz di 1921an de, Mary Hancher di 1951an de.
Di 1925 de Gernsback îstgeha radyoya WRNY saz kir û beşdarî weşana bernameyên wêneguhêzê bû. Gernsback di sala 1926an de kovara Amazing Stories diweşand û wisa jenra nûjen a wêjeya honaka zanistî damezrand. Xêzkarê herî giring ê wê kovarê Frank R. Paul bû (ku bi eslê xwe awistiryayî bû). Gernsback bi sebeba fandoma honaka zanistî roleke sereke dilîst ji ber ku ew di kovarên xwe de navnîşanên nivîsevanên birîdeya xwendevan diweşand.
Xelata Hugo (bi rastî: Science Fiction Achievement Award) xelateke xwendevane û ji sala 1953an ve tê dayîn. Navê wê Xelatê ji pêşnavê Gernsback de tê. Di sala 1996an de Gernsback li Science Fiction and Fantasy Hall of Fame esîrkirî bû. Hugo Gernsback bi xwe jî honaka zanistî nivîsand, di nav de romana Ralph 124C 41+, ku ew yekem car di kovara xwe Modern Electrics ji nîsana 1911-ê heta adara 1912an de weşand. Sernavê romana, ku bi îngilîzî tê axaftin, Ralph one two four c four one“ ku ew jî dikare wekî Ralph, one to foresee for one“were fêm kirin. Bi kurdî de ev tê vê wateyê: "Ralph, yê ku ji me re di paşerojê de dinihêrîne".
Hugo Gernsback di heman demê de dahêner bû û heya mirina wî 80 patent bi dest xist. Ew dahêneriya yek ji wan amûrên muzîkê yên elektronîkî yên yekem bi karanîna oscillatoran, Staccatone bû.
Di lîstika xêvjimêrê Mass Effect 2 de navê keştiyek hilweşandî Hugo Gernsback e.[1]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.