hunermend From Wikipedia, the free encyclopedia
Hozan Canê (jdb. 1969 li Qereyaziyê), hunermedeke kurd e.[1]
Canê di sala 1969an de li bajarê Erzîrom navca Qereyazîyê hatiye dinê. Dibistana serete jî, li heman navçê xelaskiriye. Ew dibistana navendî li bajarê Edenê qedand. Piştî hîngê jiyana wê ya muzîkê destpêkir. Di dibistana ASM û Arîf Sağ de, bi alîkariya mamoste Ferqîn Şiyar û Kazim Bora, sê salan dersa deng û stranbêjiyê wergirt. Ji bo kaseta xwe ya yekem, di studyo ASM de xebitî. Mereq û heskirina muzîkê di dilê wê de, hê ji piçûkatiyê ve destpêkiribû. Hozan Canê di wan deman de guhdariya Radyoya Erîvanê dikir. Kêfa wê pir ji stranên Meryem Xan, Eyşe Şan û Şakiro re dihat. Ew bi hunermendên mezin re yên weke Eyşe Şan û Şakiro'ra dixebitî. Daxwaza wê ew bû ku bibê hunermendeke mezin wek Meryem Xan. Mîna wê stranên Kurdî bêje û rêya wan hunermendan bişopîne. Piştî xebata sê mehan li studyo ASM ê, li ser navê "Rê Waye, lê lê Dayê" bi rêya Fîrma Ataman kaseta wê ya yekemîn derket. Li dûv viya, kaseta "Hozanê Kurdî" derket. Di bin zor û zehmetên li Tirkiyê, ligel van xebatên kasetan wê, konsert jî çêdikirin. Ji ber van xebatan, polêsên Tirk her tim Hozan Canê dawetê qereqolan dikir, êşkence û zehmetî didan wê. Herwiha, di konsereke xwe hatî girtin û birîndarkirin. Ji bo ku derfetên xebata hunerî nemabû, mejbûr mam derket derveyî welêt.
Xebata wê ya muzîkê li Almanya, di bin banê Akademiya Çand û Hunera Kurdî de domkir. Piştî çend salan, bi rêya Kom Muzîkê, kaseteke bi navê "Esqa Welat" derxist. Kaseta wê ya pençemîn di studyo D&D Sound Production GbR de, bi navê "Wezîrê Min" derket.
Di 23ê hezîrana 2018an de ji ber tawana "endamtiya rêxistina terorî" ji aliyê hêzên rejîma tirk ve hatiye girtin û heta 1ê çiriya pêşîn a 2020an di zindanê de maye.[2]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.