Heyderî (eşîr)

From Wikipedia, the free encyclopedia

Heyderî yan jî Heyderan navê êl û eşîreke kurd e. Bi vî navî niha du hev eşîr ên meşhûr li Kurdistanê mewcûd in. Yek ji wan li Serhedê[1] (Wan, Qers, Agirî, Erzirom) ye, yek a din ji li Dêrsimê ye.

Agahiyên Praktîk
Heyderî
heyderan, hayderî, hayderan
Agahiyên gelemperî
ÊlHeyderî
EsilKurd
ZimanKurmancî, kirmanckî
Herêmên dîrokîSerhed, Dêrsim, Semsûr
Navdar
Bawerî
DînÎslam (sûnî û elewî)
OcaxBabamansûr
Bigre

Heyderî li Serhedê

Heyderiyên li Serhedê hem li aliyê Bakurê Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Kurdistanê dijîn. Li alîyê Rojhilata Kurdistanê cîranên êla celalî û mîlan in. Navên wan a sîyasî di dewrên berê de Milazgir bûye, lê li hêlên din jî komên heydaran mewcûd bûn. Eşîra heyderan bixwe niha li Bakûrê Kurdistanê li Erdîşê û Elcewazê dimîne, lê komên wan ê tarixî li her aliyên Serhedê belav ne.

Komên heyderî ên Serhedê ev in: Ademan, Şêxhesenan, Hamdikî, Marhorî, Dertoyî, Akobî, Xelikî, Ji wan Xelikî û Ademan (Atemankî) li heremên din di nav êl û eşîrên din de jî raste meriv tên.

Heyderî li Dêrsimê

Eşîre heyderan li Dêrsimê li navçeya Mêzgirê bi war e. Heyderî yek ji eşîrên bi nav û deng in li vê derê. Zaravayê wan kirmanckî ye û mezhebê wan elewîtî ye.

Çavkanî

Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.