Xanedana kurdan From Wikipedia, the free encyclopedia
Hecbanî, Hecebanî an Hezbanî (906-1080), xanedana kurdan a dîrokî ye. Hukumdariya Hadhabaniyan li herêma Hewlêr, Mûsil, Ûrmiye, Rewandiz, Pîranşar û Sine.[1]
Koka vê êlê ji aliyê Mûsilê, ji herêma Bahdînan bû ye, û gorê Ensîklopediya Îslamê ev êl di sedsala 11mîn de li herêma Şino, li Rojhilata Kurdistan a îro jî dima. Sedema vê ciguhirînê dubendiyek bi hikûmdarê Hemdaniyan Evdilê bîn Hemdan rê di sedsala 10mîn de bûye.[2] Şaxekeke Hecbaniyan ji Şîno koçberiyê Qefkasiyayê bû ye. Sê dewletê Kurdan a Rewendî (Şikakî?), Şedadî û paşê jî Eyûbî, çimkî Eyûbî digijiyan Şedadiyan, bi eslê xwe Hecbanî bûn e. Tê zanîn ku Rewendî ên pêşiyên Şedadiyan, çi qas navê wan Erebî be jî, ezbeteke Hecbaniyan bûn. Her wiha malbata Eyûbiyan xwedî du nisbeyên (pêşnav) El-Hecbanî an jî Er-Reve(n)dî bû ye.[3]
Li Kurdistanê û diyaspora Kurdan de çend eşîrên piçûk an jî ezbetên eşîran bi navên Hecbanî hene. Li parêzgehên Tirkiyên Yozqatê û Qeyseriyê eşîreke (beşî asîmîle bûne) piçûk bi vî navê heye. Genzgaze kû ev di bingeha xwe de ezbeteke êla Reşvend be. Li Xoresanê jî ezbeteke êla Zaferanlû bi navê Hecbanî (an jî Hezbanlû) heye.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.