From Wikipedia, the free encyclopedia
Gao Xingjian [káu ɕĭŋ tɕiɛ̂n] (bi çînî: 高行健, Gāo Xíngjiàn) di 4ê kanûna paşîn a 1940î de li Ganzhou (parêzgeha Yiangxi) hatiye dinê, dramatîker, werger, rejîsor, rexneger, hunermend û nivîskarekî navdar ê çînî yê hemwelatiyê Fransa ye. Ew di sala 2000î de Xelata Nobelê ya wêjeyê werdigire.
Beriya ku di warê huner û wêjeyê de xwe bide naskirin, kurteçîrok û senaryoyan dinivîsîne. Gelek caran lîstikên wî bixetere tên dîtin û ji aliyê mezinên Partiya Komûnîst a Çînê (Komara Gel a Çîn) ve tê cezakirin. Carekê bo 5 salan di karên cotyariyê de didin xebitandin. Lê ew ji ya xwe nayê xwar û nivîsandina xwe didomîne. Bi alîkariya sazî enstîtuyên Alman û Fransî tê Ewropayê û dibe hemwelatiyê Fransayê. Ji aliyê Çînê ve wekî "mirovê nayê xwastin" tê propagandakirin. Ewropa jî bo berjewendiyên xwe wekî Aleksander Soljenîtsînê Rûs, wî jî li dijî sîstema sosyalîst propaganda dike û îndîrekt bikartîne.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.