nivîskarê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Ebdulbaqî Huseynî (bi tîpguhêziya latînî ji erebî: Abdulbaqi Hussaini), nivîskarekî kurd e ku di sala 1961ê de li Qamişloka binxetê hatiye dinyayê.
Huseynî xwendina xwe a sereke, navîn û lîse li Qamişlokê xwendiye.[1]
Pişê li Zanîngeha Şamê di navbera salên 1979–1985an de xwendina xwe di fakulteya çandiniyê de wek endezyarê çandiniyê xelas kir.
Ji sala 1999an û vir ve li Norwêcê dijî. Di sala 2006-2009 mastera xwe di warê duristkirina Stadyoên Golf de ji Zanîngeha Osloyê wergirt.[çavkanî hewce ye]
Çîrokên mîran, pirtûkeke folklorî ye ku ji 20 çîrokan pêk tê. Di sala 1991ê de li Beyrûdê çap kiriye.
Berpirsyariya kovarên kurdî Gurzek Gul (1989–1991) û Zanîn (1991–1997) dikir.
Ji sala 2011 ve serokê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (HNRKS) ye. Berpirsê beşê kurdî yê rojnameya (Pênûsa Nû) bû.
Hin berhemên wî li ber çapê ne.[çavkanî hewce ye]
Ew niha gotarên xwe bi zimanên kurdî û erebî di rojname, kovar û malperên Înternetê de belav dike.[çavkanî hewce ye]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.