Têkoşerê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Dr. Fûad (jdb. 1887 li Şamkuş a Amed − m. 17ê nîsanê 1925, Deriyê Sêrê ya Amed) bijîşk, nivîskar û yek ji têkoşerên doza azadiya Kurdistanê yê dawiya Osmaniyan bû. Tevî hevalên xwe ji aliyê Komara Tirkiyê ve li Amedê hatine darvekirin.
Dr. Fûad ji navçeya Çêrmûg a Amedê ye û lawê Hecî Îbrahîm Beg e. Li Amedê bijîşkî kiriye. Bi têkçûna Osmaniyan, destpêkirina serhildanên kurd re, ew jî wekî întellektûelekî wê demê tevlî têkoşîne dibe.
Tevlî serhildana Şêx Seîd dibe û bi îllegalîteyeke mezin têkilî bi serokatiya serhildanê re datîne û amadekariyên bidestxistina Amedê dike. Herwekî têkiliya hêzên Dersîm û Amedê li ser wî tên birêvebirin. Di îllegalîteyê de ewçend zîrek bûye ku, dewleta tirk nikare îsbatek bibîne û wî di dadgehên xwe de bi tewanbariya "Xwakirina cil û bergên Kurdî" tewanbar dikin û dixeniqînin.
"...Ji bo welatê xwe bi mêranî mirin, her gav di bîra min de bû. Ev axa ku îro em li ser têne darvekirin, bêguman dê rojekî ala serxwebûnê li ser bête hilkişandin..."
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.