Remove ads
From Wikipedia, the free encyclopedia
Gola Dûkan an jî Deryaçeya Dûkan, deryaçeya herî mezin a başûrê Kurdistanê ye. Ew nêzîkî li bajarê Ranyeyê ye. Asasî gola Dûkan rezervûarek e ku li ser çemê zapa biçûk hatiye çêkirin. Bendava Dûkan di navbera salên 1954-1959an de ji bo depokirin, avdanî û hîdroelektrîkê hate çêkirin.[1]
Deryaçeya Dûkan دەریاچەی دووکان | |
---|---|
Gola Dûkan | |
Herêm | Kurdistan |
Bilindî | 515 m |
Rûber | 270 km2 |
Qeware | 6.8–8.3 m3 |
Koordînat | 36°08′0″Bk 44°55′0″Rh |
Cure | Embarav |
Qada rûxarî ya deryaçeyê 270 km2 e. Di rewşa asayî de zerengiya (kapasîte) rezervûarê 6,8 km3 e. Lê di rewşa maksîmûm de qewareya avê digihîje 8,3 km3ê. Di vê rewşa maksîmûmê de bilindiya rûxarî ji asta deryayê 515 metre zêde ye.[2] Ji bo xebitandina îstasyona Hêzê jî divê bilindayiya rûxarî di navbera 469 û 511 metreyan de bibe. Qada Tejaneyê (hewza) jî 11,700 km² e.[3]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.