From Wikipedia, the free encyclopedia
Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ, an jî DÎIŞ;[31] bi erebî: الدولة الاسلامية في العراق والشام, lat. ad-Dawlat al-Islāmiyya fi al-'Irāq wa ash-Shām), roja îro (2014) jî bi navê Dewleta Îslamî (DÎ; bi erebî: الدولة الإسلامية, lat. ad-Dawlah al-ʾIslāmiyyah) tê naskirin, rêxistineke tundîxwazên îslamî a ku bi taybetî li Iraq û Sûriyê şerê çekdarî li dijî gelê nefêrma dike. Rêxistin, di sala 2004an de li Iraqê di bin banê Elqaîdeyê de hate avakirin. Rêxistin, ji Elqaîdeya selefî, Jaysh El-Fatiheen, Jund El-Sahaba, Katbiyan Ansar El-Tevhid Vel Sunnah û Jeish El-Taiifa El-Mansoura ve pêk tên.[çavkanî hewce ye]
Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê | |
---|---|
الدولة الإسلامية في العراق والشام ad-Dawlah al-Islāmiyah fī 'l-ʿIrāq wa-sh-Shām | |
Çalak | 8 nîsan 2013 – didome
|
Îdeolojî | Selefîzm,[3][4][5] Salafi jihadism,[5][6] Wahhabism[6][7] |
Kom |
|
Rêber | Ebû Bekir el-Bexdadî[8]
|
Sergeh | Baqubah, Iraq (2006–2013) Reqa, Sûrî (2013–2017) Mayadin, Sûrî (2017–didome) (paytexta de facto)[24] |
Qada operasyonê | Herêmên ji 16 gulan 2017'an ve tên kontrolkirin, li Iraq, Sûrî, û pevçûnên Libnan Efsaneya Nexşeyê
|
Mezinahî | Lîsteya hejmara şervanan
Nifûsa Sivîl
|
Şer û ceng |
|
Daiş li ser navê dînê Îslamê rû berdidin çekên reş li xwe dikin serçavê xwe vedişêrin û destdavên jinê misilman û êzidîyan[32][33], serê zarokên piçûk û mêrê mezin jê dikin, destdirêjiyê jina dikin, tiştên dîrokî xirab dikin, mizgeft û cihên bawermendan hildişînin, gorên pêxemberan û aliman bombe dikin, gora Yûnis pêxember[34] û Weysel Qaranî[35] bombe kirinê xirab kirin[36][37]. Nêzikî 300 jinên êzdiyan û nêzikî 100 jinên misilmanan destdirêjî[38] kirine, 50 zarok û 500 mêr serjêkirine û dane ber gula, Qurana pîroz a misilmanan şewitandin[39][40]. Bûn sedemê mirina 211 hezar merivan. Her cîhên girtine xirab kirine îcar jî dest bi Başûrê Kurdistanê kirine û dixwazin bigrin lê Pêşmerge bi wan re şer dikin nahêlin kes bikeve axa kurdan.[41]
Edward Snowden (ku berê di CIA (îstîxbarata DYE) dişixwilî) dibêje ku DAIŞ bi destê îstîxbarata Îngilîz, Îsraêl û Amerîkayê ve hatiye çêkirin.[42][43][44][45]
Armanca DAIŞê jî dewleteke erebî ya li ser tixûbê Iraq û Sûriyê ava bikin. Lê belê ji armanca dewletê bêtir êrîşî gelê nefêrma dikin û bê guman vê rêxistinê gelek kurdên Rojavaya Kurdistanê jî kuştine. Armanca sereka ya DAIŞê ew a ku derbeyekê li kurdan bixin. DAIŞê, hemû hêrîşên xwe di nava sînorê Kurdistanê de li civata kurd kirine. Wekî din, li ti kesekî û li ti deverên din ew hêrîşên wê nebûna. Alikariya rejîma tirk ji wê re heya. Cemaeta Gulan, ji temen ve alikariyê di çarçoveya dîtina endaman ji wê re û dane hêrîşkirina wê ya li ser herêmên kurdan de heye. Herêmên Kurdistanê, ên Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û hwd bûna armanc ji hêrîşên DAIŞê re, hevdû herêmên Kurdistanê jî, herêmên Kurdistanê ên ku li wan rêveberiyên kurdan biava hene ne. Yanî, herêmên Kurdistanê ên weke Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ku li wan rêveberîyên kurd hene, bi taybetî dikina armanca hêrîşên DAIŞê. Ji vê yekê, tê fahm kirin ku DAIŞ, şer li dijî statûya kurdan ya ku pêşiya û bi rêveber bûye dike.
Ji sala 2010ê û vir de serkirdeyê rêxistinê Ebûbekir el-Bexdadî ye.
Di dest pêka Pûşbera 2014an de bajerê Mûsil ê bi temamî ketiye destê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê. Gelê Mûsil ê bi kom ber bi herêma Kurdistanê û parêzgeha Dihok ê ve rewîyan. Li parêzgeha Dihok ê sê wargehên penaberan ji bo vê hatine amadekirin.
Şingal, herêmek Kurdistanê ku navenda Kurdên Êzdî ya. Care pêşî DAIŞ di 19 tabaxê de bidest hêrîşê li şengalê Kurd û bi de hezaran Kurd bikuj kir û bi sed hezaran Kurdên Êzdî di encama wan hêrîşan de bûn koçber li cihanê û herêmên dîn ên kurdistanê. Care duyem, 19ê çiriya pêşîn a 2014an de cardin bidest hêrîşê li herêmên şengalê ên weke dahola, namze û hwd kir. Lê rastî berxwedana hêzên parastina Şingalê ên Kurd hat.
Çeteya DAIŞê êrîşên cara sê ye Kantona Kobaniyê. Ev êrîş, ji aliyê YPGê ve li cara sê li pijikandinên.
Anha hemî Daişên minafiq ji Kobanîyê paqijbûne. Kobanî Azad bû.
Ji Erebistana Siûdî, Urdun, Filistin, Misir, Tûnis, Îraq, Sûdan, Yemen, Tirkiye, Îngilistan, Fransa, DYA, Swêd, Bosniya û Herzegovîna, Îtalya, Belçika, Bulgaristan, Arjentîn, Kanada, Hindistan, Çîn, Malezya, Îndonezya û Nîjeryayê 126 alimên Îslamê gotin ku ew tiştên DAIŞ dike di dînê Îslamê de tuneye û qedexeye.[46]
Di gotinên aliman de: Li ser navê navê dîn Mirov kuştin, Zilum kirin, Destavtina jinê û mafê wî ji standin, Li gorî xwe kesan bike kafir, Kesê ku li ser dînekî dinbe zordestî lê were kirin hemî tiştên wisa di Îslamê de qedexe ne.[47]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.