Fizîknasekî çînî From Wikipedia, the free encyclopedia
Chen-Ning Yang (bi çîniya hêsankirî: 杨振宁; çîniya adetî: 楊振寧; pinyin: Yáng Zhènníng) (jdb. 22ê îlona 1922an li Hefei, Çîn) fîzîknasekî çînî - amerîkayî ye. Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Chen-Ning Yang | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 1 çiriya pêşîn 1922 |
Hevwelatî | Çîn (2015–), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (naturalization, 1964–2015), Komara Çînê (1922–1949), Taywan (1949–2015) |
Perwerde |
|
Pîşe |
|
Hevjîn | |
Dê û bav | |
Xizm | |
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Chen-Ning Yang, herwiha wekî Frank an Franklin jî dihate binavkirin, ji pênc zarokên profesorê matematîkê Ke Chuan Yang û xanima wî Meng Hwa Loh Yang ê mezin e.
Jiyana wî ya zaroktiyê li wargeha Zanîngeha Tsinghua ya nêzîkê Pekîngê ye derbas bûye û bi xwe jî li Kunmingê zanîngeh xwendiye. Sala 1942 bi xebata komangaşt û molekûlspektran li vê zanîngehê balê dikişîne ser xwe.
Piştî şerê Japon û Çîn ji dewletê alîkariya xwendinê werdigire diçe Chicagoyê. Sala 1946 li Zanîngeha Chicago dest bi xwendin û lêkolînan dike. Sala 1948 li cem Edward Teller, doktoraya xwe bi xebata li ser reaksiyonên dendikê dike. Dûv re diçe zanîngeha Institute for Advanced Study a Princeton (New Jersey) berdewam dike. Li wir sala 1955 dibe profesor. Sala 1965 diçe Stony Brook.
Yang sala 1950 bi Chih Li Tu re marî dibe (dizewice) û ji wê sê zarok dibin, Franklin (jdb. 1951), Gilbert (jdb. 1958) û Eulee (jdb. 1961).
Yang bi giranî li ser mekanîka statîstîk û fîzîka sîmetrî lêkolînan dike. Bi Tsung-Dao Lee, bi salan bi hev re xebitîn û xebatên xwe weşandin. Cîhana xebatên parçeyên elementan berfireh kirin.
Li fîzîkê Angaşta Yang-Mills zêde kirin ku viya bi Robert L. Mills re keşf kiribûn. Di salên 1950 debi Lee lêkolîn li ser Modela Ising kirin.
Yang sala 1957 bi tevî Tsung-Dao Lee guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hat dîtin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.