From Wikipedia, the free encyclopedia
Beytika biçûk an çivîka Deryaya Mirî (Navê latînî: Passer moabiticus; Navê îngilizî: Dead Sea Sparrow), cureyekî çivîkên rast (Passer) an beytikan e.
Beytika biçûk | |
---|---|
Beytika biçûka nêr | |
Beytika biçûka mê | |
Rewşa parastinê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Passeriformes |
Binekom: | Passeri |
Jêrekom: | Passerida |
Jorefamîle: | Passeroidea |
Famîle: | Passeridae |
Cins: | Passer |
Cure: | P. moabiticus |
Navê zanistî yê latînî | |
Passer moabiticus (Tristram, 1864) | |
Hevwate | |
Passer mesopotamicus Zarudny, 1904 |
Axilbe an bi piranî li dirrik û gezikên beravî û li nav darên fistiqan dijî.
Bi rengê xwe jî bi mezinahiya xwe jî ji beytika navgundî û yên din biçûktir e.Mezinahiya wê di navbera 12-13 cm'an de ye.
Hêlîna xwe di nava hijikan de çêdike û di derdora 4-7 hêkan dike.
Bi granî bi bizir an dendikên giyayan û bi kêzikên biçûk xwedî dibin.
Li gorî dihê qalê li gişê Kurdistanê bakur û Turkiyê tenê 500 cot ji van çûkan hene.[çavkanî hewce ye]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.