Remove ads
From Wikipedia, the free encyclopedia
Bendava Germavê an Bendava Îlisuyê an jî Sikurê Îlisuyê (bi tirkî: Ilısu Barajı) yek ji 21 bendavên Projeya Başûrê Rojhilata Anatoliyayê yên Tirkiyeyê ye. Sikur di salên 2011-2020 de li ser rûbarê Dicleyê hate avakirin û mezintirîn pişka hêza karevayîavî ya wê projeya mezin e. Dema sikur heta bilintirîn asta xwe tije bibit nêzî 10,4 bilyon m³ av dê bihêt pengandin, rûberekê bi qasî 313 km² dê bibit gola bendavê û nêzî 1.200 Megawatên xurtaniya hêza karevayê berhem biînit. Karevaya ko dê li dema salekê li bendavê berhem bihêt dê bibit 3.800 GWh. Li 5ê tebaxa 2006ê bi amadebûna serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan dest bi avakirina bendavê hat kirin.
Bendava Germavê Bendava Îlisuyê Ilısu Barajı | |
Cih | |
Herêm | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dewlet | Tirkiye |
Koordînat | 37°34′0″Bk 41°54′0″Rh |
Nexşeya cihan Tirkiye
| |
Avayî | |
Rewşa bendavê | Tê plankirin |
Destpêk | 2007 |
Vekirin | 2014 |
Bendav | |
Mebest | Elektrîk |
Bilindayî | 135 m |
Dirêjahî | 1.820 m |
Çem | Dîcle |
Embarav (gola bendavê) | |
Qewareya gola bendavê |
10,4 bilyon m³ |
biguhêre |
Sikur tenê 65 kîlometiran dûrî tuxîbê Sûriya û Îraqê ye.
Ev sikur dê bajarê kevnar yê 10.000 salî yê Heskîfê û zêdeyî 60 gundên dî yên kurdan bi hêşeteka nêzî 25.000 kesan bi tivavî binav bikit. Nêzî 85 gundên dî jî dê parek ji wan binav bibit.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.