From Wikipedia, the free encyclopedia
Bûk û Zava şkefteke pirqatî û bilind e. Kî dizane, cend hezar salan berî vê li hindurê zinarekî de hatiye avakirin û li ber behra Feratê, li hemberî gundê Wanê (li Xelfêtî) disekine.
Bûk û Zava şkefteke pirqatî û bilind e. Kî dizane, cend hezar salan berî vê li hindurê zinarekî de hatiye avakirin û li ber behra Feratê, li hemberî gundê Wanê (li Xelfêtî) disekine.
Nêzî neh qatên şkefta Bûk û Zava hene û bilindbûna xwe diguhêje 40 metran. Meriv kare ji hundur ve hilbikeve heta qata herî jorîn.
Ji hêla mimarî de Bûk û Zava xwediyê taybetiyeke ecêb e: hemî neh qat ji aliyê korîdorên teng bi hev re girêdayî ne. Korîdorên di nav qatan bi gelemperî tîkane hatine cêkirin û meriv ji bo ku biguhêje qatên bilind wan korîdorên tîkane hildikeve. Li dîwarên ew korîdoran derên kûr ên bicûk hene, da ku meriv xwe pê bigire û biguhêje qata bilindtir.
Dû têketinên Bûk û Zava hene: ya mezin du qatî ye û heman li ber kenara behra Ferêt disekine. Ya dûwemîn ji ya din bilindtir radiweste: Ev têketin ewqas taybet e ku li erdê, di kevirê kilsînî de merdêwanek hatiye cêkirin û ev merdêwan li ber têketina dûwemîn diqede. Dirêjbûna merdêwana kevirî qasî 15-20 metran e û ji nêzî 30 gihanekan pek tê.
Derveya Bûk û Zava xwariyeke bi rengê qehweyî tê dîtin. Ev derên ku qehweyî xuya dikin dibe ku ji aliyê însanan ve hatine bandor kirin. Bi rêya oksîdasyonê ev deran rengên xwe wergerandine qehweyî.
Kes nizane navê şkeftê cima bûye Bûk û Zava, lê li gorî gotinên hinek gundiyan di hundirê şkeftê de li dîwar rolyefa du merivan tên xuyane, û gundiyan ew merivan wek bûk û zava hesibandine. Heta îro kes nizane şkeftê Bûk û Zava ji aliyê kê, ji bo ci û kînge hatiye cêkirin. [1]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.