Remove ads

Împeratoriya Bîzansê (bi yewnaniya kevn: Βασιλεία τῶν Ῥωμαίων, lat. Basileía tōn Rōmaíōn) an jî Împeratoriya Romayê ya Rojhelat an Serdema Bîzansê berdewamiya Împeratoriya Romê bû ku navenda wê li bajarê Konstantînopolîs bû di dema Antîka Dereng û Serdema Navînde. Nîvê rojhilatê împeratoriyê ji şert û mercên ku bû sedema hilweşîna Rojava di sedsala 5an a zayînê de rizgar bû, û heya ketina Konstantînopolîsê ji bo Împeratoriya Osmanî di sala 1453an de hebûna xwe domand. Hêzên aborî, çandî û leşkerî li cîhana Deryaya Navîn. Têgîna "Împeratoriya Bîzansê" tenê piştî hilweşîna împeratoriyê hate çêkirin; hemwelatiyên wê siyasetê wekî "Împeratoriya Romayê" û ji xwe re "Romî" bi nav dikirin.

Agahiyên Praktîk Zimanên fermî, Zimanên tên bikaranîn ...
Împeratoriya Bîzansê
Imperium Romanum Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: 
Thumb
Paytext
Zimanên fermî
  • Medieval Latin
  • yewnaniya serdema navîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî keyîtiya serberdayî, Dominate Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
   Serokdewlet împeratorê Bîzansê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
   Serokwezîr
Avakirin
   Dema avakirinê 17 kanûna paşîn 395 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
   Dema hilweşînê 29 gulan 1453 (Julian) 
   Rûerd
Gelhe
   Giştî 17.000.000 (300) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bigre

Serdema Bîzansê di serdema Antîka Dereng (en) de dest pê dike. Paytexta Romaya rojhilat, Konstantînopolîs (Stembol), bû bajarê herî mezin ê Deryaya Navîn. Di sedsala 5-an de, Barbaran împeratoriya Romê ya rojava, di nav de paytexta Roma bixwe, dagir kirin.[1] Konstantînopolîs bû paytexta Împeratoriya Romê berî dawiya sedsala 5-an. Li rojavayê împeratoriyê êdî împerator tune bûn.[2] Împeratorên Romê ji Konstantînopolîs hukumdariya împeratoriyê domandin. Konstantînopolîs jî paytext dimîne dema ku artêşa Iustinianusê Mezin Roma vegirt. Di sedsala 7-an de, misilmanan du ji sê paran împeratoriya Romayê bi dest xistin: Filistîn, Şam, û Misir. Serdema di navbera serketinên misilmanan û Sefera Xaçperestan a çarem de wekî "Serdema Bîzansê ya Navîn" tê zanîn.

Împeratorî di dirêjahiya dîroka xwe de çend çerxên paşveçûn û vejandinan derbas kir, piştî hilweşîna Rojava di dema serweriya Iûstînianos I (r. 527–565) de, ku bi kurtî gelek ji Îtalyayê û peravên Rojavayê Deryaya Navîn ji nû ve bi dest xist, gihîşt asta herî mezin. Xuyabûna belayê û şerekî wêranker bi Farisiyan re çavkaniyên împeratoriyê westand; fethên misilmanên destpêkê yên ku li pey wê hatin windakirina parêzgehên herî dewlemend ên împeratoriyê - Misir û Sûriyê - ji Xelîfeyên Raşidûn re. Di 698an de, perçeyên Afrîka ji dagirkeriyên Emewiyan re winda bû, lê paşê împeratorî di bin Xanedana Îsauriyan de aram bû. Împeratorî di bin Xanedana Makedonî de karîbû careke din berfireh bibe, ji nû ve vejîna du sedsalê derbas bû. Ev yek di sala 1071ê de bi têkçûna tirkên Selcûqî di Şerê Milazgirê de bi dawî bû. Paşê, demên şerê navxweyî û ketina Selçûqiyan bû sedema windakirina piraniya Asyaya biçûk. Împeratorî di dema restorasyona Komneniyan de vegerî, û Konstantînopolîs dê heta sedsala 13an bajarê herî mezin û dewlemend ê Ewropayê bimîne.

Di dema Sefera Xaçperestan a çarem de, şervanên pîroz ên Dêra Katolîk Konstantînopolîsê dagir kirin û talan kirin. Împeratoriya Romê di çend dewletan Rûm de parçe bû û "Latîniyan" Împeratoriya Latînî (en) li Konstantînopolîsê saz kirin. Beşek ji axa Rûmayiyan ji hêla împeratoriya Venedîkiyan ve dihat birêvebirin. Mixaêl VIII Palaiologos (en), hukumdarê Împeratoriya Îznîkê (en), Konstantînopolîs ji bo Rûmayiyan dagir kirin.[3] Di sedsala 15-an de, Împeratoriya Romê ji hêla Împeratoriya Osmanî ve hate dagir kirin. Serdema di navbera serketinên Katolîk û serketinên Osmaniyan de wekî din "Serdema Bîzansê Derengtir" tê zanîn.[4][5]

Dîrokzanên bi kurtî Bîzans (bi almanî: Byzanz, bi tirkî: Bizans) jê re dibêje. Nav ji navê bajarê Konstantînopolîsê berî Konstantînê Mezin tê: bi yewnaniya kevn: Βυζάντιον, lat. Buzántion, bi latînî: Byzantium. Konstantin bajarekî nû li rûmeta xwe li Byzantium, li ser Bosforê ava kir. Konstantîn (bi yewnaniya kevn: Κωνσταντῖνος, lat. Kōnstantînos, bi latînî: Constantinus) navê bajêr kir Konstantînopolîs (bi yewnaniya kevn: Κωνσταντινούπολις, lat. Kōnstantinoúpolis, bi latînî: Constantinopolis).[6]

Thumb
Guhertîna xakên Rûmê di dîrokê de
Thumb
Împeratoriya Romê (zer) di sala 476
Remove ads

Antîka Dereng

Dema Koça Qewman, di sedsala 4'an de, şunda împeratoriya Romê ya rojava dem bi dem bi destên Germanan, Gotan û hûnan bin ket. Li ber, di 378an de Gotan Împeratoriya Romê Cenga Hadrianopolis (el; tr; en) de bin xistî bû. Di 410an de bajarê Rom bi destên Gotên Rojava hat dagir kirin. Vandalan Mexrib, Hispania, û Nîvgirava Îtalyayê dest xwe xistin. Di sedsala 5'an de qomên germanan bi êrîşên dawî împeratoriya Romê ya rojava hilweşandin. Li wê demê şunda li paş Împeratoriya Roma Împeratoriya Romaya Rojhelat, ango Bîzans tenê ma.[7]

Dema Iustinianusê Mezin, sedsala 6'an de, Împeratoriya Romê li rojava xakên Împeratoriya Romaya Rojavayê berê Hispania, Mexrib û Îtalya şunda dest xwe xistin. Li rojhelat jî bi Sasanîyan re peymana aşîtîye kir. Wê wextê sînorên Împeratoriya Bîzans gehîştina nêzî Împeratoriya Roma û dema wêya herî baş bû.[8] Di 532an de li Konstantînopolîs raperîna Nika derket. Ew encax heftekê de kanîn rakirin, lê paş ew hat rakirin nêzî nîvî Konstantînopolîs hat kuştin. Dema Iustinianus I de di 532an de Ayasofya hat çêkirin. Paş 550anan de beravên Deryaya Navîn bi tunî kete bin sehêtê Rûm. Dema împeratoriya Iustinianus I Dada Roma di Corpus Iuris Civilis (en) de hat revîze kirin.[9]

Dema Theodosius II (408450) ji bo li êrîşên Atilla biparêza Sûrên Konstantinopolis hatmezin kirin.[10]

Remove ads

Serdema Bîzansê ya Navîn

Di destpêkên sedsala 7'an de Avar û Bulgaran Balkan, SasanîyanMisir, Filistîn, Ermenistan dest xwe xistin. Lê Împerator Hêrakleios ew dernan heta 627'an bi piranî şunda dest xwe xistin. Wê demê şunda Sasanî êdî hat dagirtin jî wê carê êrîşên Ereban û Misilmanan dest pê kir.[11] Di 20'ê gelawêjê 636'an di Cenga Yermûk (ar; en; he) de Xelîfe Omer Rûm bin xist.[12] Pê re Misir, Şam, Felestîn bi destên xelîfan ji Rûm hat standin. Êrîşên misilmanan de Rûm gelek xakên Anatolya û Mezopotamya winda kir. Di 698'an bi Kartaca re Maxrîb bi tunî ji dest der ket. Konstantînopolîs, ji bo Hedîs (Hadîs-î Şerîf) û mizgîniya Mihemed pêxember, sê caran di 626, 674678 û 717718'an de hat dorpêç kirin. Gorî hin kesan mirina Hêrakleios şunda Împeratoriya Romaya Rojhelat êdî dibe Împeratoriya Bîzansê. Ber mirîna xwe Hêrakleios şuna Latînî yewnanî kira zimanê fermî. Li ser pereyan, paşnavê împeratorên bi latînî: augustus, bi yewnaniya kevn: βασιλεύς, lat. basileús "key" re guhert.[13]

Di dawiya sedsala 7'an de li rojhelat êrîşên misilmanan, li rojava jî êrîşên Slav û Balkanan dewam kir. Konstans II (el; tr; en) di navbera 661668'an de paytext bira Siracusa (it; en) (bi yewnaniya kevn: Συράκουσαι, lat. Surákousai), lê paş ew mir şunda paytext şunda hat anîne Konstantînopolîs e.[14][15]

Li Iustinianus II (el; tr; en) şunda împeratorî ji xanedana Hêrakleiosi (el; tr; en) de derbaza xanedana Îsauriyan (el; tr; en) bû. Dema Împeratorê herî pêş de ji xanedanê isauriyan Leon III (el; tr; en) de dorpêç kirina Ereban Konstantînopolîs hat şunda pijiqandin. Lê ew gelek zor di siya Agirê Yewnanî (ing., Greek Fire) û zivistanakê tund de ancax hat pijiqandin bû.[16]

Di sedsala 8'an dema Leon III de îkonên Xiristîyanî hat qedexe kirin. Di Konsûla Nikaia Duyem (en) de di 787an de şunda serbest kirin.[17]

Di 866 bi Basileios I (en) re text derbaza xanedana Makedonî (el; tr; en) bû. Ew dema xanedenê Makedonî de, wek Ronesensa Makedonî (en) tê zanîn, xakên Anatoliyê şunda hatin hel girtin.[18] Bin împeratoriya Nikêforos II Fokas Girava Kreta hat şunda dest xwe xistin. Dema Ioannês I Tzimiskês (en) de Sûrî û Felestîn şunda hat dagirkirin. Di dest xanedanê Makedoniyan de împexratoriyê di sedsala 10'an û destpêkên sedsala 11'an de dema xweya herî rind dît.[19][20] Paş di 987an de xwenga împeratorê Basileios II (en) bi key rûsî Volodimêrê I (ru; en) re zewiciya şunda Rûsan nêzî bi tunî derbaza Xiristîyaniya ortodoks bûn. Dêra Rusî (ru; en) hat girêdana Dêra Konstantînopolîsê (el; tr; en) bû. Basileos II paş şerên bi salan Yekem Împeratoriya Bulgarî (bg; tr; en) dagir kir.[21] Di 1018'an de Bulgaristan û Çemê Dunayê ket bin destên Rûm.

Thumb
Rûm (bi inglîzî: Byzantine Empire) û Ewropa di 1000'î de

Dûv di 1071'an de împerator Romanos IV Diogenês (en) Cenga Malazgîrt hembera siltanê Selçûqan Alp Arslan (en; tr) bin ket û dîl bû re Anatolî 10 salan de bi piranî ji dest Rûm de derbaza Selçûqan bû. Di 1075'an de dewleta Selçûqiyan bi paytexta Nikaia (Îznîk) hat saz kirin.[22]

Seferên Xaçiya

Thumb
Împeratoriya Romê di dema Aleksios I Komnênos de ~1081

Dû binketinî Milazgir re bi xandedana Komnênoi (el; tr; en) hewlaka ji bo împeratoriyê şunda ra kin he bû. Wê demê li Selçukan bêtir Normanan êrîşa Rûm dikir. Aleksios I Komnênos (el; tr; en; fr) ji bo Normanan ji Wênîsiyan re hevkarî kir. Paş di 1085an de împeratorê Normanan Robert Guiscard (en; fr; tr) û di 1086an de jî siltanê Selçukan Silêman Şah mir şunda ew hereşeyan ra bûn.[23]

Di 1095an de di ji bo Orşelîmê ji misilmanan bistînin bi banga împerator Aleksios Kommênos Sefera Xaçiyayê Yekem hat kirin. Lê ew leşkerên pêş de çû bûn di 1096an de nêzî bi tunî hat kuştin. Li wan şunda heman ordiyakê din hat şandin. Wê carê di 10971099an de Rûm bajarên li rojavaya Anatolî wek Nikaia, Efes, Sardîs şunda standin.[24]

Dema Manouêl I Komnênos (el; tr; en; ru) de 11471149an de Sefera Xaçiyayê Duyem hat dar xistin. Lê paş di 1176an de di Cenga Mîryakefalon de hat bin xistin şunda Anatoliya nêzî bi tunî bi dest selçukan ket.

Aleksios IV Angelos (el; tr; en) xast ku Sefera Xaçiyayê Çaram dar xa jî, wî ji bo textê ji dest bavî xwe bistîna ew wergera ser Konstantînopolîs kir.[25] Bi serweriya Wênîsiyan di 1204an de Şovalyan Konstantînopolîs dagir kirin û Împeratoriya Latînî (en) saz kirin.[26]

Remove ads

Serdema Bîzansê Derengtir

Thumb
Sefera Xaçiyayê Çaram şunda Împeratoriya Romê ~1204.

Paş Latînan Konstantînopolîs dagir kirin Rûm kirina sê paran; Împeratoriya Îznîkê (en) (Nikaia), Despotiya Epirosê (el; tr; en) û Împeratoriya Trebzonê. Theodoros I Laskaris di 1208an de Împeratoriya Nikaia de wek împeratorê Roma danezanîn û împeratoriya îznik li Ewropa û Anatolî fireh kir.[27] Ji dûv wî re Ioannês III Doukas Vatatzês (el; tr; en) (1222–1254) sînorên împeratoriyê Îznîk li rojhelat, di siya selçukan li hemberan Mongolan di 1243an dagir bûbû, şunda fireh kir.[28]

Pişt re Mixaêl VIII Palaiologos (en; tr; en; fr) (1259–1282) di 1259an derbaza texta Împeratoriya İznikê bû şunda di 1261an de Konstantînopolîs ji Latîniyan stand û dawiya Împeratoriya Latîni de. Li wê şunda li taxtê xanedana Palaiologoi (el; tr; en) dest pê kir û wan Rûm heta dawiya karger kir.

Thumb
Împeratoriya Romê di 1265

Dûv Selçukan helweşiyan re li Anatolî hin Mîratîyên wek Menteşeyan, Aydınan, Germiyanan, Saruhanan, Karasiyan û Osmanan hati bûn sazkirin. Wê demê li Rûm jî gelek şerên hûndur der di ketin. Di 1282an de heta 1354an 4 şerê hûndurî der ketî bûn.[29]

Di sedsala 14'an de ji bo li Anatolî Osmanan li ewropa jî Bulgaran û Sirban xak ji dest Rûm distandin Rûm ancax bi Konstantînopolîs, Selanîk û bi çend bajaran din ma bû. Dema Xiristîyanan li Ewropa ji hev re ceng dikirinî, ji 1352an de, Osmanan li Ewropa û Trakya ji xak dest xwe dixistin. Heta 1370anan Trakyayiyan bi pirani hati bû dagir kirîn.[30] Di 1362an de jî paytext ji Bursa de biri bûn Hadrianopolis (Edirne) Paş serfiraziya di 1371an de di Cenga Maritza de hembera Serban, Osmanan Makedonya jî hel girt û Rûm herî biçûk bû. Rûm pir caran li yekbûnaka xiristiyanan û dêran ji bo Osmanan ji Ewropa derxin digerîyen.[31] Lê gelê Rûm bi gotina 'Fesan Osmanan şaşikan Kardinalan çêtir e' beşdar ne dibûn. Dûv binketinên hembera Osmanan di Cenga Kosovaya Yekem de di 1389an re di 1391an de Osmanan Konstantînopolîs dorpeç kir. Paş dorpeçkirinakê heft mehan re Rûmê danê Osmanan dayî û sazkirana taxaka misilmanan li Konstantînopolîs pejirand û derpêçkirin hat ra kirin. Paş di Cenga Nikopolis (Niğbolu) di 1396an de artêşa leşkeran xaçan de pêk hati bû bin xist.[32] Dawiya Rûm êdî xwuya dibû. Lê ji bo Timur Osmanan di 1402an li Enqere bin xistin ûmre dewleta Rûm çend deh salan din dewam kir.[33]

Ruxîn

Paş Osmanan Dema Fetret derbaz kir şunda vegirtina Konstantînopolîs armanç kirin. Çi qas Konstantînopolîs ne bajarê wek berê mezin bû jî. her dem armanca Osmanan de bû. Bi dawî di 29'e gulanê 1453an de Osmanan bi fermandariyan Mehmet II Konstantînopolîs vegirtin.[34] Împeratorê Rûmê dawî Konstantinos XI Palaiologos (el; tr; en; it) dema cengê mirî bû. Ew roja serdema navîn dest pê dike ye.[35]

Osmanan paş Konstantînopolîs di 1461an de jî dawiya Împeratoriya Trebzonê de.[36]

Remove ads

Çand û avakarî

Thumb
Çebûnekî Bizanzîyan

Ayasofya, dêreke kevnar a bîzansî ye ku li taxa Eminönü ya Stembolê ye.

Avahiya ku wek dêr hatibû lêkirin, heta demekê bû mizgeft û piştre wek muzexane hate bikaranîn. Mûzexaneya Ayasofyayê li li taxa Eminönüyê li hêla Ewropayê ye.[37] Gava ev qubeya basîlîka di sedsala 6mîn de hate avakirin, weke mînakeke bèhempa yê mîmarî hate dîtin.[38]

Ayasofya ku mînaka herî dawî ya mîmariya antîk e, dêra sereke ya împeratoriya û navenda olî ya xirîstiyanên ortodoks bû.

Gava Iustinianus I bû împeratorê romê, wî bi lêkirina ew meztirîn avahiya wê demê hêza xwe nîşanî hemû cîhanê da.

Ayasofya ji ber hemû taybetiyên xwe bi dîroka kûr a împeratoriya ve girêdayî ye, ji ber ku bi lêkirin û hêza wê ya sembolîk xwediyê girîngbûneke bilind bû. Lewra ji aliyê oldarên xirîstiyan ve hê jî wek perestgeheke pîroz tê dîtin.[39]

Di sala 1453an de gava Konstantînopolîs ji aliyê osmanan ve tê dagirkirin, çan û gelek xemilandinên xirîstiyan ên Ayasofyayê tên jêbirîn.

Ji ber hêjayiya xwe Ayasofya di sedsalên 16 û 17an de ji Împeratoriya Osmanî re bû mînak ji bo lêkirina mizgeftan. Wek mînak, mizgefta Sultan Ahmet (Siltan Ehmed) û Mizgefta Şîn kopyeyên Ayasofyayê ne.[40]

Remove ads

Kronolojî

  • 286: Serokatiya împeratoriyê ji hêla împaratorên Diocletianus û Maksîmianus ve dibe du nîvan. Heta hilweşîna împeratoriya li rojava di sedsala 5-an de dê împeratorên hevpar hebin.
  • 330: 1'ê gulanê Konstantînê Mezin bajarê xwe yê nû bi merasîmekê vekir: Konstantînopolîs wek bi latînî: Nova Roma "Roma Nû".
  • 395: Theodosiusê Mezin mir.
  • 476: Dawî împaratorê romî li rojava, Romulus Augustulus (en), tê avêtin. Konstantînopolîs dibe tekane paytexta împeratoriya romê.
  • 532–537 Iustinianus I Ayasofya çê kir.
  • 533: Serdarê Belisarius Kartaca hundura Rûm kir.
  • 533–554 Generalên Iustinianus I Mexrib, Îtalya ji Vandalan û Ostrogotan standin.
  • 582: Awaran û Slavan Balkan zor kirin.
  • 610: Hêrakleios zimanê navên împeratoran di "împerator" de wek „Βασιλέυς (Basileus)“ guhert.
  • 611–619: Sasanîyan xakên Rûmên Rojhelatî hel girtin.
  • 622: Hêrakleios ji bo xakên dest Sasaniyan bistîna dest bi êrîşan kir.
  • 626: Awaran, Slavan û Sasanî(Farsan) Konstantînopolîs dorpeç kir. Xaka dawiya li Spanya bi dest Gotên Rojava ket.
  • 627: Bin xistina Sasanîyan li Kurdistanê. Xakên dest Sasaniyan ketinî şunda hat hel girtin.
  • 636: Bin Ketina Cenga Yermuk hemberê Ereban. Heta 640 Kurdistan û xakên rojhelatî dest Ereban ket.
  • 697/698: Kartaca dest Ereban ket.
  • 730–843: Berhevdana ji bo îkonan(icon)
  • 797: Împeratorbanû Irene: Ew jina herî pêş de bû di dîroka Împeratoriya Roma de. Papaye Rom ew wek împeratorbanu nepirijand û Keyê Fransa, wek keyê Roma dît.
  • 907: Êrîşên Rusanên Konstantînopolîs ji derya de. Di 911 û 940an jî dewam kir.
  • 944: Rûman li Kurdistanê Ûrfa ji Ereban stand.
  • 1018: Dagirkirina Keyaniya Bulgaran.
  • 1054: Veqetîna Dêra Konstantînopolîs (Ortodoks) û Rom(Katolîk)
  • 1071: Bin ketina Cenga Malazgirt hembera Selçukan.
  • 1096: Sefera Xaçiyayê Yekem.
  • 1176: Bin ketina Cenga Miryakefelon.
  • 1186: Dest derketina Bulgaristan.
  • 1204: Sefera Xaçiyayê Çaram, Sazkirina Împeratoriya Latînî
  • 1261:Şunda vegirtina Konstantînopolîs; Şunda yek kirina împeratoriyê (Der ve Împeratorita Trabzon)
  • 1274: Li Konsula Lyon Şunda yek kirina Dêrên Ortodoks û Katolîk. Lê nêzik hat betal kirin.
  • 1352: Osmanan li dest bi dagir kirina xakên ewropa kir. Anatolî bi nêzî ji dest der kerî bû.
  • 1439: Di Konsula Florenz Şunda yek kirina Dêrên Ortodoks û Katolîk. Lê ew şunda hat betal kirin.
  • 29'ê gulanê 1453: Konstantînopolîs derbaza Osmanan bû.
  • 1461: Împeratoriya Trabzon jî bi destên Osmanan hat hilwaşandin.
Remove ads

Mijarên têkildar

Girêdanên derve

Çavkanî

Wikiwand in your browser!

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.

Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.

Remove ads