Alan Kurdî (keştî)
From Wikipedia, the free encyclopedia
From Wikipedia, the free encyclopedia
Alan Kurdî, navê keştiya almanî ya rizgarkirina koçberan e. Keştiya rizgarkar bi taybetî li ser Deryaya Spî karê xwe dike û tê alîkariya kesên koçber ên ku di avên deryayê de li ber xeniqînê ne. Keştî di bin alaya Almanyayê de ye.
Keştiya ku berî navê wê "Professor Albrecht Penck" bû, di 10ê sibata 2019an de bi navê zarokê kurd ê koçber Alan Kurdî ku li peravên Bodrûmê yên Tirkiyê xeniqîbû bi nav kirin[1].
Papora Alan Kurdî bi saya rêxistina nehikûmî Sea-Eye ("Çavê Deryayê) şul dike û armanca wê ew e ku balê bikişînin ser sedan kesên koçber ên ku rojane di avên deryayê de dixeniqin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.