From Wikipedia, the free encyclopedia
Aboriya Japonê, aboriya bazara serbest a gelek pêşketî ye.[1] Li gori GDP Nominal (Dahatûya Naxweyî ya Nesade ya Nomînal) sêyemîn aboriya heri mezin e û li gorî PPP (Parîteya Hêza Kirînê) çaremîn e li dinyayê [2][3] û her wiha duyemîn aboriya pêşketî ya herî mezin a dinyayê ye. [4] Dewleta Japonê endamê G7 û G20ê ye. Li gorî Fona Pereyî ya Navneteweyî (IMF) Dahatûya Naxweyiya Nesade ya serane ya vê dewletê di 2016an de 38,937 bû.[5]
Japon, li dinyayê sêyemîn dewleta herî mezin a hilberînerê otomobîlan e,[6] xwediyê endustriya tiştên elektronîk a herî mezin e û li gorî patentên gerdûnî, yek ji dewletên sereke yên herî nûger e. Ji ber reqabeta Çîn û Koreya Başûr a roj bi roj zêde dibe,[7] Japon bala xwe ya ser sektora hilberandina teknolojîk zivirandine aliyê teknolojiya bilind û tiştên bihêja yên wek alavên optîkal, wesayîtên hîbrîd û amûrên robotîk.
Japon, bi pirranî li ticareta salane nirxê zêdek dide û li veberanîna navneteweyî xwediyê nirxê zêdek e. Ji 2010an ve Japon xwediyê 13.7% (15.2 trîlyon dolar) ê dewlemendiya finansî (li dinyayê sêyemîn) ya taybetî ya dinyayê ye[8]. Ji 2017an ve, 51 şîrketên Fortune Global 500ê girêdayî Japonê ne. Sêyemîn aboriya herî mezin a dinyayê ye.
Pêşketinên aborî yên piştî 1960an, di deh salan de, mezinbûna bi lez a wek mûcizeya ekonomik a piştî-şer a Japonî hatiye binavkirin dest pê kiriye. Bi rêberiya Wezareta Aborî, Bazirganî û Endustrîyê, bi rêjeyên 10% di salên 1960an, 5% di salên 1970yan û 4% di salên 1980yan de, dewleta Japon kariye ku heta 2010an bi awayek berdewam bibe duyemîn aboriya herî mezin a dinyayê, ku 2010an de Komara Gel a Çînê ew bihurandiye. Piştî 1990an, dahatûya serane ya Japonê gelek dewletên rojavayi re wekhev bûye an jî bihurandiye.
Dîroka aborî ya Japonê gelek serdemên mezin bihurandiye. Sê serdemên mezin ên aboriya Japonê hene: a yekem, damezirandin û belavkirina Edoyê (di sala 1603an de) bo hemû pêşketinên aborî yên welatê bû; a duyem, Restorasyona Meijiyê ya ku bû yekemîn hêza ne-ewropayî ye; a sêyem, piştî têkçûna Şerê Cîhanî yê Duyem, ji nû ve avabûna welêt û bûna duyemîn aboriya herî mezin a dinyayê.
Sektora çandinê ya Japonê nêzikê 1,1% a GDP ya welêt e.[9] Tenê 12% ya erdên Japonê ji bo çandinê misaîd e.[10] Hema hema hemû çandina Japonê birinc e. Japon duyemîn ithalatvana hilberînên çandiyan a herî mezin e. Birinc, bi baca 777,7%an, genima herî girîng e.
Sektora masîvaniyê ya Japonê piştî felaketa nûkleer a Fukushimayê ya 2011an derbeke mezin xwariye. 1996an de, bi girtina tonek masiyan, Japon bûye çarem li dinyayê.[11]
Sektora endustrî û hilberandina Japonê gelek cûr bi cûr a teknolojiya pêşketî ye ku gelek serkeftî ne. Rêjeya endûstrî 30,1% a GDPyê digire.[9] Encama hilberinda vî welatê li dinyayê sêyemîn herî mezin e.[12]
Japon, li dinyayê sêyemîn hilberînera otomobîlan a herî mezin e[13]. Toyota li gorî îstatîstîkên nû çêkera erebeyan a herî mezin û çêkerên wek Nissan, Honda, Suzuki û Mazda jî din nav şîrketên heri mezin de ne.[14][15]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.