From Wikipedia, the free encyclopedia
Şoreşa Rojhilata Kurdistanê destpêka têkoşîna çekdarî û ya siyasî ya kurdên Rojhilata Kurdistanê îfade dike. Piştî dagirkirina DYAyê li Iraqê, guherînên radîkal li Rojhilata Navîn çêbûn û van guherînan tesîra xwe li hemî dewletên Rojhilata Navîn kirin. Rêxistin û partiyên kurdan li Îranê bi dehsalane ku têkoşîna xwe ya çekdarî rawestandibûn. Lê li sala 2016ê de bi hindek çalakiyan daxuyandin ku li Îranê û Rojhilata Kurdistanê dê çalakiyên çekdarî jinûve destpê bikin.
Rojhilata Kurdistanê di halê hazir de di nav axa dewletê Îranê de ye. Herêma Kurdistanê ji parêzgehên Azerbaycana Rojava, Kurdistan, Kirmaşan, Îlam, Hemedan pêk tê. Her wisa parêzgeha Xorasana Bakur jî kurd in, lê ji ber sedemên cografî di nav Kurdistanê de nayê hesibandin.
Rojhilatê Kurdistanê bi Peymana Qesrê Şîrîn (bi farisî ehdname zehab (عهدنامه زهاب)) a di navbera osmaniyan û Dewleta Sefewiyan de ji parçeyên din yê Kurdistanê re hate dûrxistin. Her çend di wê demê de ev sinor hebin jî, bi rêya mîrektiyên kurdî ev sinor dihate binpêkirin. Lê di dema belavbûyîna osmanîyan de ev sinor jî ji her du aliyan ve hate zeftkirin. Piştî zeftkirina van dewletan serhildanên kurdan destpê kirin. Şêx Ubeydelayê Nehrî li 1880an de li Şemdînan li dijî her du dewletên dagirker serhildan da destpêkirin. Şêx Ubeydullahê Nehrî bi vê serhildanê dixwast herêmên wek Şemdînan, Hekarî, Urmiye, Tîrgever û Mîrgever bixe bin destê xwe. Hêjayî gotinê ye ku gelek dîroknas dibêjin ku dîroka nûjen a kurdên Îranê piştî Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî destpê dike. Ev nêrin cara yekem ji aliyê Basil Nikitin ve hate gotin.[1] Piştî vê jî hindek dîroknasên din jî li dû vê nêrînê çûn.[2] Li sala 1918an de jî Simkoyê Şikak li herêma Urmiyê serhildan da destpêkirin. Di vê serhildanê de Simkoyê Şikak gelek cihên Rojhilatê Kurdistanê rizgar kirin. Lê ev serhildan jî di sala 1930an de bi dawî bû.
Li sala 1945an tevgerên kurd li Îranê yekemîn car bi awayeke nûjen tevgerîn. Partî û rêxistinên hevdem ava kirin. Di encamê de bi pêşengiya Qazî Mihemed bi rêxistina xwe Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê, her wisa bi alikariya Sovyetan Komara Kurdistan ava kir lê ev komar zêde nejiya û di sala 1946an de ji aliyê dewleta Îranê ve hate ruxandin. Hînkirina zimanê kurdî hate qedexe kirin. PDK-Î wek tehdîdek hate nasîn bo dewletê.
Kêmtir ji dû salan piştî rûxana komarê, PDK-Î xebata xwe bi veşartî kir.
Li sala 1950an de li Ciwanroyê li dijî hikûmeta Îranê serhildanek rûdide.
Piştî salên 1950an li Îranê bi rêberiya siyasetmedar û serokwezîr Mihemed Miseddiq li dijî Şah Mihemed Reza û emperyalîstan helwest hate nîşan dan ku dixwastin hem erkên şahê Îranê kêm bikin hem jî îstîsmara emperyalîstan xelas bikin. Kurdên Rojhilata Kurdistanê di vî wextî de li gel Mihemed Misediq bûn. Di hilbijartinên herêmî yên li sala 1952yê PDKÎ bi awayeke azad tevlî hilbijartinan bû û di hilbijartinan de dengekê biqîmet destxist. Jixwe di kabîneta Museddiq de kurdek jî hebû.[3] Lê ev demokratîzekirin û reformekirina Muhemmed Museddiq biserneket û bi derbeyeka bi alikariya CIAyê ji aliyê şah ve li sala 1953yê ji kar hate dûrxistin. Piştî ketina serokwezîr Mihemed Misediq, artêşa Îranê berê xwe da Rojhilata Kurdistanê û kurdên deverê aşt kirin. Muhemed Reza Şah dîsa dest bi reforman kir, zimanê farisî di her aliyê jiyan û polîtîkayê de mecbûrî kir. Mecbûriyeta bikaranîna zimanê farisî îlan kir ku di hemî nivîsîn û belavokên dewletê de bê bikaranîn lê rê jî da zimanê kurdî ku di televîsyonan û radyoyan de pê weşan bikin.[4]
Piştî vegera Mela Mistefa Barzanî bo Başûrê Kurdistanê têkiliyên xwe li gel her aliyan xurt kir. Di xebata wî ya li dijî artêşa Îraqê de PDKÎyê alîkariya wî kir. Rêvebirên PDK-Îraq û PDK-Îran piştî Komara Kurdistanê yekemîn car bihevra xebat kirin. Lê ev hevxebat zêde dewam nekir. Li salên 1960an Mela Mistefa Barzanî li dijî rêvebiriya Îraqê bi Îranê re lihevhat û tevgerî. Ev pêngava Mela Mistefa bû sedema şikestina têkiliyên PDK-Î Û PDK-Iyê. Ev nêzîkiya PDKê bo Îranê heta sala 1975ê de dewam kir. Li sala 1975ê Îranê li gel Iraqê hevpeymana Cezayîrê destnîşankir. Piştî vê hevpeymanê têkiliyên Başûrê Kurdistanê bi taybetî fraksiyona PDKê li gel Îranê li ser zemîneke bêbawerî birêveçû.
Li sala 1964ê de rewşenbîrên PDKÎyê bang kir ku li dijî rêjima Îranê şerê çekdari bikin. Di encamê de ji 50 kesan bêhtir endamên PDKÎ, ku serokeşîr, mela, karker, rençber di nav de, jiyana xwe ji dest dan. Piştî van rûdanan PDKÎyê xebatên xwe nepenî kirin.[5] Di van salan de PDKÎyê nekarî bi şerê çekdarî mafê xwe ji rejîma Îranê bistîne. Her wisa Partiya Demokrat a Kurdistanê bi rêberiya Mistefa Barzanî, têkiliyên xwe li gel Îranê xurt dikirin ku li dijî Îraqê şer bike. Ji ber van sedeman di nava PDKÎ de dudilî derket ku li gel Îranê şer bike an na. Li sala 1967ê grûbek ji PDKÎ veqetî û li Îranê şer dijî Îranê dan destpê kirin lê biserneketin û gelek ji wan hatin kuştin.
Li sala 1975ê di navbera Îran û Iraqê de Hevpeymana Cezayîrê hate destnîşan kirin. Piştî vê destnîşanê Mistefa Barzanî nekarî alikariyê ji Îranê werbigire û hevsenga di navbera Îran-PDKÎ û Iraq-PDK xerabû. Dîsa PDKÎyê di nav gel karên çekdarî hêdî hêdî dan destpê kirin.
Piştî raperîna xelkê Îranê dijî desthilata şah, li sala 1979 û rûxana rejîma şah, li Rojhilata Kurdistanê û Îranê de valahiyeke leşkerî rûda. Di vê rewşê de PDKÎ û hindek rêxistinên din yên kurdî li Mahabad û derdora wê kontrol kirin. Xûmênî dema şoreşa Îslamî çêbû sozdabû kurdan ku Kurdistan bibe xweser û daxwaz û armancên rêxistinên kurdî jî ew bûn. Lê piştî serketina Şoreşa Îslamî ew soz hatin jibîr kirin û di navbera rêxistinên kurd û pasdarên Îranê de şer derket.Di 17ê tebaxa 1979ê de Xûmênî şerê pîroz li dijî kurdan da destpê kirin; Ebdulrehman Qasimlo wek dijminê Îranê, PDKÎ jî wek partiya şeytan binavkir.[6] Di vî şerî de PDKÎ, Komele û kesê bi navê Şêx İzedîn Husênî rêbertî ji bo kurdan kirin. Di tebaxa sala 1979ê de kurdan bajarê Pawe ji destê leşkerên Îranê derxist. Dest danîn ser çekên wan. Lê li sala 1984ê rêjima Îranê hemî herêmên kurdî dîsa dagir kirin.
Piştî hilbijartina serokkomar Ebdulhesen Benîsedr, bajarên Senendec, Mahabad, Seqiz û Bane rastî êrîşên hewayî yên Îranê hat. Şerê Îran û Iraqê jî destpêkir û kurdan di vî şerî wek usûlê gerîlayan dest bi şoreşê kir. Kurdistan bû meydana şer û Xûmênî gelek hêz şandin Kurdistanê. Heta sala 1983yê 250 hezar leşker şandibûn Kurdistanê. Hêjayî gotinê ye ku di şerê PDKÎ û Îranê de 2 tîmên nojdarî yên Fransayî alîkariya brîndarên kurdan kirin lê piştî dagirkirina Kurdistanê, ew jî vekişiyan bo hidûdê Iraqê.[7]
Li sala 1989ê de jî serokê PDKÎ Ebdulrehman Qasimlo di hevdîtîna wî li gel rêvebirên Îranê de hate kuştin. Li sala 1992yê de jî serokê piştî Qasimlo, Mihemed Sadiq Şerefkendî bi suîkastekê jiyana xwe ji dest da. Li sala 1993yê kampên PDKÎyê yên li Iraqê ji aliyê Îranê ve hatin bombebaran kirin.
Li sala 1997ê de Mihemed Xatemî yê namzedê reformxwazan bû serokkomar û dest bi reforman kir. Kuştinên li dijî serokên kurdan hat rawestin. Kurdekê bi navê Ebdula Remezanzade wek waliyê Kurdistanê hate tayîn kirin. Remezanzade her çend kurdekê Şîî jî be, gelek fêde da kurdên Sunî ku di dewletê de rolekê bilîzin. Di dewra duyem ya Xatemî de Ebdula Remezanzade ji walîtîtiyê hate dûrxistin. 5 parlamenterên kurd îstîfa kirin û Xatemî bi dijberiya kurdan sûcdar kirin.[8]
Kurdên ku li Îranê dijîn bi giştî ji mezheba sunî ne lê hejmareke zêde jî şîî ne. Herêmên ku kurdên şîî lê dijîn bi sîstema rêjima Îranê entegre ne. Zêde pevçûn û şer li wan herêman çênabin lê li herêmên kurdên sunî lê dijîn; hem ji ber cudamezhebiyê hem jî ji cudanetewetiyê şer û pevçûn zêde ne. Jixwe rêxistinên kurdan bi giştî li herêmên sunî xebatan dikin.
Di nav PDK-Î de destpêkirina şoreşa Rojhilatê Kurdistanê di 2015ê de bi giştî dihat axiftin û niqaşkirin. Berdevkê Karên Derve ên PDKÎ Loqman H. Ehmedî got ku ew dixwazin Kurdên Rojhilatê li dijî rêjima Îranê biparêzin.[9]
Di sala 2015an de di meha gulanê de keçeke kurd a bi navê Ferînaz Xusrewanî ku li otêla Tarayê karê paqijî dikir, ji ber tirsa tecawiza karmendên îstixbarata Îranê xwe ji qata çarê avêt û mir. Piştî ku ev bûyer li Mehabadê belav bû, xelkê Mehabadê rabû ser piyan û otêla Tarayê bi tawanbariya navenda tecawiza dewleta îranê hate şewitandin. Ji ber vê bûyerê jî dewleta Îranê li seranserê Mehabadê rewşa derasayî îlan kir. Di van bûyeran de kêmanî 6 kes hatin kuştin[10] ji 28 kesan bêhtir xwepêşandar hatin brîndar kirin.[11] Piştî vê bûyerê partiyên kurdî bêhelwest neman û bersivên xurt dan rejîma Îranê. Li gor berdevkê PJAKê, wan êrîş bir li ser noqteya eskerî ya Îranê û du pasdar kuştin.[12] Berdevkê PAKê(Partî Azadî Kurdistan) Şemal Bokanî jî got ku partiya wan amadeye ku kurdên Rojhilata Kurdistanê ji rêjima faşîst a mollayan biparêze[10]. Her wisa serokê PAKê jî li ser vê bûyerê axivî got ku me li dijî rêjimê li navbera Şîno û Urmiyê çalakî pêkanî û em dixwazin ku herkes dengê xwe bilind bike.[13]
Piştî ku PDK-Î biryar da ku ew dê pêşmergeyên xwe bişînin Rojhilata Kurdistanê, pêşmergeyên PDK-Î ketin rê û li ser sinorê Başûr û Rojhilat belav bûn. Li herêma Kelaşîn, li derdora Xinêre pêşmergên PDK-Î û gerîlayên PKKê li hev hatin û di navbera gerîla û pêşmergeyan de pevçûn derket. Di vê bûyerê de pêşmergeyekê bi navê Qadir Kerîmî şehîd ket, 2 pêşmerge jî brîndar bûn. Her wisa 7 gerîla jî ketin destê pêşmergeyan.[14][15] Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şexsiyetên din di vê bûyerê de bûn navbeynkar û ev bûyer bi aştiyane xelas bû.[16] Piştî ev bûyer aşkera bû, dewleta Îranê herêma kelaşîn bombebaran kir.[17]
Bi dûçûna medyaya PKKê pêşmergeyên PDKÎ ketin nav herêma wan û bûyer li ser vê derket. Bi dûçûna PDK-Î sedem ew bû ku PKKyê rê neda wan ku biçin Rojhilata Kurdistanê.[18]
Li gor nivîskar Hejîr Şerîfî Şerê Sar hêj li navbera kurdan dewam dike [19]
Şeva 20ê kanûna pêşîn 2016ê de, di çalakiyeke di Şeva Yeldayê de du teqîn li baregeha HDKÎ çêbû. Di vê teqînê de 6 kesan ku endamên partiyê ne jiyana xwe ji dest dan.[20][21] Piştî vê teqînê brîndarekê din jî jiyana xwe ji dest da û bi vê hejmara miriyan gehişte 7an.[22]
Li ser vê teqînê 2 kes hatin girtin[23]
Serokê HDKÎ, Xalid Ezîzî li ser vê bûyerê axift û got; Em bi terorê bersiva terorê nadin.[24]
Li gor wezîrê derve yê berê yê Îraqê Hişyar Zêbarî li pişt vê bûyerê Îran heye.[25]
Hêjayî gotinê ye ku baskê HDKÎ hêj jî bi fermî neragehandiye ku ew ê li dijî Îranê şerê çekdarî bidin destpê kirin.
25ê tebaxa 2017ê de li devera Balekayetî ya bi ser Hewlêrê, di navbera gundiyan û pêşmergeyên Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de pêvçûn derket. Di encamê de 2 gundiyan jiyana xwe ji dest da û yek jî brîndar bû.[26] Piştî vê bûyerê hindek kesan êrîşî baregehên partiyên rojhilatî kirin û baregehên wan hatin şewitandin[27] û 13 pêşmergeyên PDKÎ ji aliyê gundiyan ve dîl hatin girtin lê paşî ev pêşmerge hatin berdan. Li ser vê bûyerê YNKê daxuyaniyek da û got ew her du kesên hatin kuştin endamên me bûn û em vê destdirêjiya li dijî endamên xwe qebul nakin. Divê zûtirîn dem da ev kesên ev tawane kirin bên dadgehkirin.[28] Komeleyê jî daxuyaniyek da ku wan du pêşmergeyên gumanbar radestî asayîşa deverê kirîne, her wisa ji asayîşê jî xwest ku ew kesên ku avahiyên pêşmergeyên rojhilat şewitandin werin ceza kirin.[29] Gundiyan jî daxuyaniyek da ku ew dixwazin ev kesê ev tawane kirî divê bên ceza kirin.[30]
Hêjayî gotinê ye ku piştî partiyên rojhilatê baregehên xwe vala kirin ji bo ku temaseke xerab li gel gundiyan çênebe, PKKê hêzên xwe li wir bicî kirin lê paşî PKK û partiyên rojhilatî lihev hatin û PKKê baregehên pêşmergeyan vala kirin.[31]
4ê îlona 2017ê de du kolberên kurd yên bi navê Qadir Behramî û Heyder Ferecî li Bane ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin kuştin. Piştî vê bûyerê xelkê Banê xwepêşandan dan destpêkirin. Rojek piştî vê bûyerê xelkê Banê dikanên xwe venekirin û dest bi xwepêşandanan kirin. Çalakvan çûn ser avahiyê hikûmetê û bi dûçûna hindek çavkaniyan qaymiqamê bajêr ji Banê derket. Di xwepêşandanan da nêzî 10 kes brîndar bûn û 10 kes jî ji aliyê polîsên Îranê ve hatin binçav kirin.[32] Piştî xwepêşandanên Banê, li hindek bajarên din jî xwepêşandan hatin destpê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye, ku di 30 rojên bihorî de heşt kolberên kurd bi destê hêzên Îranê hatine kuştin û kolberek jî ji ber ketina ji çiya, canê xwe ji dest daye.[33]
Têkiliya van herdu gelan digehe hatina tirkan ji Asyaya Navîn bo Rojhilata Navîn. Tirkan axa gelên Rojhilata Navîn dagir kirin, kurd, ermen, asûr di nav de.. Bi taybetî li herêmên kurdnişîn gelek azerî hatin bicîhkirin, polîtikatyên îskanê hatin meşandin. Piştî sala 1000ê ku tirk wan wextan hatibûn Rojhilata navîn gelek guherîn çêbûn û tesîra van guherînan digehe ta niha. Li devera Urmiyeyê gelek tirk hatin bicîhkirin, ev jî bû xundariyek di navbera kurd û tirkan de. Gelek kurd hatin kuştin û gelek kurd jî hatin koçber kirin. Heta salên 1900ê jî rêvebirina welatê Îranê di destê van tirkan de bû. Zilma tirkan li dijî kurdan li Îranê heta sala 1925ê bi desthilata Şah Reza Pehlewî bi awayeke sîstematîk berdewam kir. Piştî desthilata Reza Pehlewî têkiliyên kurd û azeriyan guherîn. Êdî çi ji van gelan desthilat nebûn.
Di destpêka sedsala 21emîn de têkiliyên kurd û azeriyan bi taybetî li ser eşîran birêve diçû. Gelek eşîrên kurd û azerî li nav heman herêman de dijiyan, ji ber vê jî gelek pirsgirêk jî derdiketin. Li devera Urmiye wek tê zanîn eşîra bi navê Şikak gelek meşhûr e û xwediyê gelek gund û axê ye. Piştî şerê cîhanê yê yekem, Simko Axayê Şikak devera Urmiyeyê ji tirkan stand û sê salan hikm li herêmê kir. Bi dûçûna çavkaniyekê tirk li Urmiyeyê di şerên navbera tirk û nastûriyan de, paşî şerê di navbera tirk û Simkoyê Şikak de 150 hezar tirkên efşar jiyana xwe ji dest dan.[79]
Rojhilata Kurdistanê ji ber ku ta niha jî nebûye dewleteke kurdî, hêj jî sinorên wê bi zelalî aşkera nînin. Kurdên Îranê bi taybetî li parêzgehên Azerbaycana Rojava, Kurdistan, Kirmanşan, Îlam, Hemedan û Luristanê dijîn. Di dîrokê de gelek caran guherînên demografîk çêbûne û cihnîşinên kûrdan hatîne guhertîn. Lê bi taybetî li wan parêzgehan dijîn ku yên me li jor nivîsîn.
Bi dûçûna parlamenterê tirk yê agirî yê ku li sala 1943ê, Husametîn Tuxaç;
“ | Ji bakurê Şino heta Çiyayê Agirîyê ku li hemû hidûdê Tirk û Îranê de kurd dijîn | ” |
— 1927 İran Azerbaycanı İstihbarat Raporu ve Analizi, Ersin Müezzinoğlu-Hüseyin Karamelikli, r:40 |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.