Şingal [1], dever û bajarekî Başûrê Kurdistanê ye ku di navbera bajarê Mûsilê û tixûbê Îraqê û Sûriyê de ye. Di serhijmera sala 2006an de, hêşeta Şingalê nêzîkî 40.000 kesan bû.[çavkanî hewce ye] Xelkê Şingalê êzdî ne û bi kurmancî diaxvin[2].
Şingal | |
Devera Şingalê | |
Kargêrî | |
---|---|
Dûgel | Îraq |
Parêzgeh | Neynewa |
Demografî | |
Gelhe | 84.000 (2015)[çavkanî hewce ye] |
Erdnîgarî | |
Bilindayî | 522 |
Koordînat | 36°19′21″Bk 41°51′51″Rh |
Nexşe | |
Şingal hêjta bi awayekê fermî nebûye pareke ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Çarenivîsa wê, digel çarenivîsa gelek ji bajar û stanên dî yên kurdî yên mîna Kerkûkê, Xaneqînê, Mexmûrê hêşta bi danûstandin û bicihbûna referandûm anko tevpirsiyekê ve girêdayî ye ko biryar e berî dawîbûna sala 2007an bicih bibin. Hikûmeta Bexdayê bi serokwezîriya Nûrî Malikî gelek jibo bicihkirina daxwazên kurdan rijd nîne.
Êrişa tundîxwazên ya Daîşê ser Şingalê (meha tebaxa 2014)
Di 3ê tebaxa 2014an de rêxistina tundrewên îslamî Daîşê di bin maskeya dîn de êriş anî ser gelê êzdî yê Şingalê û komkûjî pêk anî. Bi hezaran mîr hatin qetilkirin û jin û zarok jî revandin. Zarokên êzidî yên ku Daîşê revandin li gorî yên ji destê Daîşê reviyane dibêjin ku wan li navendên çekdarî fêrî şer dikin her wisa wan fêrî çawa xwe teqndinê jî dikin, ber çend mehaye li Mûsilê du zarokên êzdî xwe bi hêzên Iraqê ve teqandin, jinên êzdî yên sipehî û ciwan bi wan re dizewicin yên jiyê wan mezin jî ji bo xizmetê bi kar tînin[3].
Rewşa îro ya êzîdiyên Şingalê (2019)
Erdnîgarî
Bajarê Şingalê navenda devera Şingalê ye ko devereka stana Mûsilê ye. Bajar 522 metiran (1715 pêyan li ser astê deryayên azad bilind e. Şingal li 36° 19' bakur û 41° 51' rojhilat e.
Lîstêya Gundên Şingalê
Jimare | Kurdî | Erebî |
---|---|---|
1 | Adîkê | عادکة |
2 | Barana | بارانى |
3 | Bare | بارة |
4 | Başok | باشک |
5 | Be'ac (Beac) | بعاج |
6 | Behrava | بحراف |
7 | Bekran | برکان |
8 | Berdehilê | بردحيل |
9 | Borik | بورک |
10 | Cema | جما |
11 | Çirî | جري |
12 | Çoko | جوکو |
13 | Dihil | دحل |
14 | Dugurî | دکوري |
15 | Duhula | دهولی |
16 | Dukorê | دکورة |
17 | Eçima | عجمى |
18 | Elî Sorka | علی سورک |
19 | Eyîn El-Xezal | عين الغزال |
20 | Gabarê | گاباري |
21 | Gafirya | کفرة |
22 | Gir Ezêr | تل عزر |
23 | Gir Şebek | تل شبک |
24 | Gir Zerik | تل زرک |
25 | Girê Çemî | تل جمي |
26 | Girove | کروفة |
27 | Guhbel | کوبل |
28 | Gurra | کورا |
29 | Hac Kerîm | حاج کریم |
30 | Hatimiyê | الحاتمیة |
31 | Hemdan | حمدان |
32 | Hemê | حم |
33 | Herdan | حردان |
34 | Heyalê | حیال |
35 | Kanî Sarik | کاني سارک |
36 | Kaniya Eydu | کانی عیدو |
37 | Kendalê | کندال |
38 | Kenroq | کنروق |
39 | Kersê | کرس |
40 | Koço | کوجو |
41 | Korkorkan | کرککرکان |
42 | Kunruvî | کنرف |
43 | Mamizê | مامز |
44 | Mejnuniyê | مجنونیة |
45 | Melag | ملاک/ق |
46 | Namil | نامل |
47 | Narincok | نارنجوک |
48 | Qabosiyê | القابوسیة |
49 | Qeredax | قرداخ |
50 | Qerokê | قروک |
51 | Qeyrewan | قیروان |
52 | Reşo | رشو |
53 | Rifeyi | الرافعیة |
54 | Rimbosê | رمبوس |
55 | Şawirok | شاوروک |
56 | Sayer | سایار |
57 | Sekiniya | سکنیة |
58 | Sîba Şêx Xidir | سب شیخ خدر |
59 | Sibayê | سبایة |
60 | Sinunê | سنون |
61 | Şkeve | شکفة |
62 | Solax | سلاخ |
63 | Tappah | تاباح |
64 | Tel Benat | تل بنات |
65 | Tel Ebosifkê | تل ابوسفک |
66 | Tel Kerfenîs | تل کرفنیس |
67 | Tel Qeseb | تل قصب |
68 | Teref | طرف |
69 | Werdiyê | الوردیة |
70 | Xirab bazar | خرب بازار |
71 | Xanesorê | خانصور |
72 | Xazuga | خازوک |
73 | Yûsifka | یوسفکی |
74 | Ziravkê | زرافک |
75 | Zomanê | زومان |
76 | Zorava | زوراف |
Etîmolojî
Şengar bi erebî Sincar bi aşûrî Şiggor e. Di dema romayî de, ev nav di sedsala çaran de wek Singara hatiye qeydkirin. Ser serê wî çiyayî perestgeha çilmêra heye. Li gor nêrîna Îrec Kurdî,[çavkanî hewce ye] Şengar an Σίγγαρας, "Síngaras" ku navê kelên berxwedana îraniyan dijî romayiyan di Şengara niha de bûye ji peyva hevdanî ya seng+gara (senger) pêk hatiye. Jiber vê hegerê jî di aşûrî û yûnanî de bi du /g/ yan hatiye qeydkirin. Peyva gund û senger, berê ji bo ordîgeha leşkerî û kelat û bereyên şerî bi kar dihatin. Gund di peyvên gundikmela, cundîşapor, semergund heye. Navê senger jî herwesa li ser navên gundan heye wek senger, sunqur, sengeran, zengilan û hwd.
Ew der, nêzî şergeha binavdeng ya gogemilê di serdema hexamenişiyan de bûye. Bi giştî ew navçe navçeyên stratîjîk bûne. Niha jî her wesa ye. Sikkeyên wê serdemê jî hene ku qala wan kelan dikin ku navê wan sengere bûne û îraniyan têde dijî romiyan ber xwe dane.
Çavkanî
Girêdanên derve
Wikiwand in your browser!
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.