Xanedana kurdan From Wikipedia, the free encyclopedia
Şedadî (carina Şeddadî tê nivîsandin) navê dewletekê ye ku di sala 951'ê (340´ê hicrî) de ji aliyê Şedadiyan ve li herêma Erana bakurê Azerbeycanê (Başûrê Qefqezê) hatiye damezrandin. Vê dewleta Kurdan heta sala 1164'an xwe ser piyan girt. Bajarê Anî (li Qersê, Tirkiye), Tibîlîsî (Gurcistan), Demirqapî, Qerebax, Naxçivan, Gence (li Azerbeycanê ye), Dvîn (li Ermenistanê ye).
Dewleta Şedadiyan, di sala 951ê miladî de bi destê Muhemmedê kurê Şedad ve li (Başurê Qafkasya) hatiya sazkirin. Ev dewlet, yek ji wan dewletan Kurda yên ku di dema Îslamiyatê da hatine sazkirin. Bi rasti ev dewleta kurdî, gelek xurt û temen (umir) direj buyê. Sinoren wê pir fireh bûye, hemu bi vê dewletê ve girêdayi bûne. Di wê demê de li başur ji, hikûmeta Merwaniyan, li rojhilat hikûmeta Hesnewiyan hebûye. Ev devlet ji aliye cardeh hikûmdarên Şedadî ve hatiye îdarekirin. Lê belê bi êrîşa Melikşah hukumdarê Selçuqî li ser wê herêmê di sala 1075an de dawî lê hatiye.
Piştî dîlketina Salar Marzûban Muhemmedê keyayê Musafirogullari di sala 948an de Mihemed Şedad Qartû (Mihemedê kurê Şedad) cihê wî girt. Muhemmed Şedad Qartû pêşî tenê keyayê Debîlê bû, lê di 951ê de li tevahiya Azerbaycanê bû desthilat. Herçend tê gotin ku dewleta Şedadiyan di sala 1164an de hilweşiyaye jî em ji kitêbeyeke ku Key-Siltanê Şedadî li Aniyê daye nivîsandin dizanin ku wî heta 1198an desthilatdariya xwe meşandiye. Li gor hin çavkaniyan Şedadî bi êrîşa xundekarê SelcûqiyanMelikşah bi ser vê herêmê de di sala 1075an de hilweşiyane, lê xwiyaye ew bi vê êrîşê qels bûne û heta sala 1198an jî xwe girtine.
Andrew C. S. Peacock, Nomadic Society and the Seljūq Campaigns in Caucasia, Iran & the Caucasus, Vol. 9, No. 2, 2005:210.
Bosworth, Clifford Edmund (2004). The new islamic dynasties - a chronological and genealogical manual, Edinburgh University Press, Edinburgh. ISBN 0-7486-2137-7