Zimanê gîlekî (bi farisî: گیلکی، گیلی, lat. gîlanî, gîlî) zimanek e, yê ku li herêma Gîlanî ya Îranê tê axaftin. Ew yek ji şaxên Hind û Ewropî û dikeve beşa zimanên îranî yên bakurê rojava.

Ji bo maneyên din li Gîlekî binêre.
Agahiyên Praktîk Gîlekî, گیلکی Giləki ...
Gîlekî
گیلکی Giləki
Welatên lê tê axaftin  Îran
Herêm Gîlan
Axiverên zimanê zikmakî 2-4 milyon
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Awayên kevn
Sîstema nivîsê Tîpên erebî
Kodên zimanî
ISO 639-3 glk
Bigre

Mirov dikare gîlekî bi sê paran bike: gîlekiya rojava, Gîlekiya rojhilat û galeşî (li çiyayên Gîlanê tê axaftin). Di navbera gîlekî û mazenderanî de, zimanekî dinî ji îraniya bakurê rojava ye, gorî wuşeyên xwe pir hevşibî he ye. Gorî hin çavkaniyan hejmara gîlekîaxêvan di 1993'an de dorî 3 milyon kes bû.

Gîlekî bi zimanê zazakî ve jî, ji hin hêlan de pir li hev tên. Bi zimanê farisî ve jî, ji hêla rêzimanî jî gelek cidatî peyda bûne. Di zimanê gîlekî de hembera farisî (û gelemperî hembera kurdî) rengdar û tûnîkerli ber tûnîbûyîn xwe tên.

  • Nola ku di gîlekiya rojava de mêhin zakan (zarokê mêhîn) (farisî, beçayî mêhîn); gîlekiyê rojhilat de xirsî kutî (çêla hirç) (farisî, beçî xers).
  • Mînakî bo rêngdaran: gilekiya roava pîlla-yî zakan (zarokê mezin), sûrx gul (gola sor); gîlekiya rojava: sard aw (ava sar) (farisî, abî sard ), kul çaqû (kêra tûj) (farisî, çaqû-yî tîz).

Berhevdana gîlekî û kurdî

Zêdetir agahî Gîlekî, Kurmancî ...
GîlekîKurmancîKirmanckî/Zazakî
zay/zakzarokdoman, qîj
ĵorjorcor
kîĵa/kilkakeç, kîjkêna,çêna
daardardar
bûşûbiçe (here), biçoso, şo
purdpir, pirdpird
zamazava, zamazama
çê gûdinçêkirinpêrotene, viraştene
xûrewr, hewr
kîlîk (gîlekiya kevnar)kûleke
rîkarole (xortê/a biçûk)xortî, gencî
jeqeleçikole
rûja (stêrk)rojroz/roc, tîj
dîmdemûçew, devûçev, dirûvrêçe
Bigre

Çavkanî

Girêdanên derve

Wikiwand in your browser!

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.

Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.