Zimanên Ewropayê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Vê bi zimanên hind û ewropî re tev li hev neke.
Piraniya zimanên Ewropayî endamên Malbata zimanên hind û ewropî ne. Ev malbata ji çend beşan pêk dihê; romanî, germanî, baltî, slavî, albanî, keltî, ermenî û helenîk (Yewnanî). Zimanên ûralî jî, ku li mecarî, fînî û estonî jê ne, bi awayekî berbiçav li Ewropayê peyda dibin. Malbatên zimanên tirkî û mongolî jî çend endamên ewropayî dihewînin ku li başûrê rojavaya Ewropayê malbata zimanên qafqasya bakurî û qafqasya başûrî giring in. Zimanê baskî zimanekÎ serbixwe yê Pîrenê ye ku ti têkiliya wî bi zimanên din re tune, herwiha zimanê maltî ku ji erebiya seqîlyayê tê ku ew zimanekî samî ye û ew zimanê samî tenê li Ewropayê heye ku xwedan statûyeke fermî ye.