![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/f/f5/Flag_of_Esperanto.svg/langku-640px-Flag_of_Esperanto.svg.png&w=640&q=50)
Zimanê esperanto
From Wikipedia, the free encyclopedia
Esperanto (bi navê wê ya orîjînal Lingvo Internacia), zimanekî çêkirî ye ku ji aliyê doktorê çavan ê polonyayî Ludwik Lejzer Zamenhof ve, di sala 1887an de hatiye çêkirin. Di pirtûka wî ya bi navê Fundamento de Esperanto ("Bingehên Esperanto") de ya ku di 1905an de weşandiye, bingeh û rêzikên wê vegotiye.[5][6]
Agahiyên Praktîk Esperanto, Bilêvkirin ...
Esperanto | ||
---|---|---|
Esperanto | ||
![]() Ala Esperantojê | ||
Bilêvkirin | espeˈranto (guhdarî bike)ⓘ | |
Afirîner | L. L. Zamenhof | |
Dîroka pêkhatinê | 1887 | |
Axiverên zimanê zikmakî | Wekî zimanê zikmakî 1000 an jî çend hezar (2016)[1][2] Hejmarê kesên ku wekî zimanê duyem bi kar tînîn di navbera 63.000[3] û 2 mîlyon in.[4] | |
Kategorî (pêşniyaz) | Zimanê çêkirî
| |
Kategorî (pêşniyaz) | ||
Sîstema nivîsê | Alfabeya latînî, Alfabeya Braille | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-1 | eo | |
ISO 639-2 | epo | |
ISO 639-3 | epo | |
LINGUIST List | epo | |
Linguasphere | 51-AAB-da | |
![]() Firehbûna zimanê esperantoyî: bi ya hejmarên endamên komelên esperantoyî |
Bigre
Zamenhofê ku xwe bi navê Dr. Esperanto daye nasîn, fikiriye ku zehmetiyên ragihandinê yên di navbera kesên ziman-cuda de bi saya zimaneke hevpar ê ku fêrbûna wê hêsan be, dê ji holê rabin û bi vê mebestê esperanto çêkiriye. Îro herçiqas zimanê çêkirî yê herî navdar û axiverên wê herî pir ew be jî negihaştiye asta "zimanê navnetewî".[7]