From Wikipedia, the free encyclopedia
Zekeriya Yapıcıoğlu (jdb. 1966 li Êlihê), siyasetmedar û parêzerek kurd e ku ji hezîran 2013 heta gulana sala 2018 û dîsa ji hezîrana sala 2021 heta niha serokatiya Partiya Doza Azadî kiriye.[1][2]
Jidayikbûn | |
---|---|
Perwerde |
Ankara University Law School (en) |
Pîşe | |
Partiya siyasî |
Zekeriya Yapıcıoğlu, di sala 1966an de li bajarê Êliha Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî ku perwerdeya xwe ya parêzeriyê li Enqereyê qedand ji sala 1990an heta 2012an parêzerî kiriye. Di sala 2013an de Partiya Doza Azad damezrand û hewl da ku dengên Kurdên mihafezekar bidest bixe.[3] Yapicioglu berê leşkerê Hizbullahê Kurdistan bû û her wiha diyar kiribû ku doza Hüda-Parê berdewamiya ya Şêx Seîd Pîran e.[4]
Yapıcıoğlu di axaftinên xwe de bi giştî gotinên Îslamî bi kar tîne.[5][6] Her wiha ew li dijî PKKê ye, dijî Amerîka ye, dij kemalîst e û yek ji wan siyasetmedaran e ku rasterast AKPê ji ber muameleya wê ya li hember Kurdan rexne dike[7][8] Di hilbijartinên 2023an de Partiya Doza Azad li dijî îtîfaqa CHP bi tifaqa AKP'ê re bû alî, tevî ku siyasetmedarekî ji AKP diyar kir ku Partiya Doza Azad ne endamê tifaqê ye.[9]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.