Zayendên navdêrên kurmancî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Zayenda navdêran di zimanê kurdî de, beşa rêzimana kurdî ye ku li ser hebûna navdêrên mêza û nêrza û navên duzayend radiweste, bi taybetî di kurdiya kurmancî de. Di kurmancî de her navdêrek xwedî cins an jî zayendekê ye. Hin nav jî xwedî her du zayendeyan in û wek navên duzayend têne binavkirin. Mînak
Zêdetir agahî Nêr, Mê ...
Nêr | Mê |
---|---|
babê min | Dayika min |
Birayê min | Xwişka min |
Kurê min | Keça min |
Dilê min | Roja min |
Rengê min | Gula min |
Bigre
Peyv dema bi serê xwe zayendê li ser xwe nîşan nade (dayik, bav, keç, kur, heval), lê di nava hevokê de dema tê bikaranîn zayenda xwe nîşan dide (ew dayika min e, bavê min kal e, keça 10 salî, kurê herî mezin, hevala min/ hevalê me). [1][2][3][4][5][6].