Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê (bi îngilîzî: American University of Kurdistan, bi kurdî: زانینگەھا ئەمریكی یا كوردستانێ) zanîngeheke taybet ya ne-ji-bo-qezencê ya bajarê Dihokê li Başûrê Kurdistanê ye ku di 2014an de bi serokîniya Mesrûr Barzanî hat damezrandin. Ji armancên serekî yên vê zanîngehê perwerandina rêveber û rêberên pêşeroja welatê ye.
Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê | |
---|---|
| |
36°51′41″Bk 42°51′42″Rh | |
Dewlet | Iraq |
Li beşa îdarî | |
Ziman | Inglîziya amerîkî |
Dema avabûnê | |
Malper | audk |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Zanîngehê ji bo sala xwendinê ya 2014-2015an dest bi wergirtina xwendekaran kir û heta niha tenê ji bo xwendinên heta astê bekaliryosê xwendekaran werdigire. Ji ber ko zanîngeh nû ava bûye, hêşta çi xwendekarên zanîngehê xwendina xwe neqedandî ye.
Zanîngehê binkeyekê fêrbûna zimanê îngilîzî jî heye ku armanca wê bilindkirina asta bikarînana zimanê îngilîzî yê xwendekaran e berî ku dest bi xwendina dersên serekî bikin. Herwisa, xelkên ku naxwazin li zanîngehê bixwînin jî dikarin li Binkeyê Fêrbûna Zimanê Ingilîzî dest bi xwendina îngilîzîyê bikin.