Yûsif Ziya, Yûsif Ziya Beg, (bi tirkî Yusuf Ziya Koçzade Bey (jdb. Sala 1882 li Bidlîs - m. Sala 1925 dîsa li wir) siyasetmedar û newengerekî kurd bû.
Yûsif Ziya | |
---|---|
Jidayikbûn | 1882 Bidlîs |
Mirin | 14 nîsan 1925 Bidlîs |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Tirkiye |
Pîşe | Siyasetmedar |
Meqam | |
Partiya Siyasî | Cemiyeta Tealiya Kurd (Komela Bilindkirina Kurdistanê) |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jiyan
Ji malbateke namîdar a Bidlîsê ye. Sultaniya Bidlîsê xelas dike. Serekatibiya Maarîfê, Mebûstiya Bidlîsê û endamtiya Dadgeha serxwebûnê ya Kastamonûyê dike.[çavkanî hewce ye] Têkiliya wî ya bi tevgera neteweyî ya kurd re bi xêra derdorên welatparêz çêdibe.
Siyaset
Di komelên kurd dixebite û kovarên kurdî de nivîsên wî derdikevin. Di Cemiyeta Tealiya Kurd (Komela Bilindkirina Kurdistanê) de digire. Dibe wesîle ku Cemiyeta Tealiya Kurdistanê û Komiyeya Îstiqlal a Kurdistanê (Komela Azadî a Kurdistanê)/Cemiyeta Îstiqlal a Kurd?[çavkanî hewce ye] bigihîjin hev, tevgera Azadî bi vê yekbûnê dest pê dike. Bi heman awayî di parlamena tirk de mafên kurdan diparêze. Piştî ku li Lozanê tirk û îngilîz li hev dikin, Yûsif Ziya Beg li ser parçebûna Kurdistanê dikeve tirs û fikaran. Piştî Lozanê tevgera Azadî dest bi xebatên serhildanê dike. Yûsif Ziya di nav xebatên serhildanê de li Erzîromê tê girtin. Ew û çar hevalên wî yên serokên kurdan,[çavkanî hewce ye] ji aliyê dewleta dagirker û mêtinger roja 14ê nîsana 1925'an li sûka Bidlîsê[çavkanî hewce ye] tên dardekirin.
Binihêre
- Azadî (rêxistin)
- Xalîd Begê Cibirî (Xalîd Begê Cibran)
- Riza Beg[çavkanî hewce ye] (birayê Yûsif Ziya)
- Ekram Beg Cemilzade
- Îhsan Nûrî Paşa
- Şêx Seîd
Çavkanî
Bîbliyografî
Girêdanên derve
Wikiwand in your browser!
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.