Derînerê fîlman, senaryonivîs, romannivîs û aktorê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Yılmaz Güney (jdb. 1ê nîsana 1937an li Edene − m. 9ê îlona 1984an li Parîs) aktor, derhêner û nivîskarekî kurd e. Bi navê xwe yê rast Yılmaz Pütün, wekî Yılmaz Güney tê naskirin. Yılmazê Başûr yanî Yılmazê Kurdistanê. Ango ew li hemberî zehmetiyan xwar nabe, nakeve bêhêvîtiyê de, naweste û serî naçemîne. Yılmaz bi kurdî tê van wateyan.
Yılmaz Güney | |
---|---|
Jidayikbûn | 1ê nîsana 1937an |
Mirin | 9ê îlona 1984an (47 salî) Parîs, Fransa |
Sedema mirinê | Kansera madeyê (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | goristana Père-Lachaise, Grave of Güney |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Tirkiye (Di sala 1983’an de ji aliyê Serokkomarê wê demê Kenan Evren ve hemwelatiya Tirkiyeyê jê hat standin)[1] |
Pîşe | |
Xebat | |
Hevjîn | |
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ew li ser trajedî û drama xelkê xwe radiweste. Yılmaz Güney di sala 1937an de li gundê Edenêyê bi navê Yenîceyê hate dinê û yek ji 7 zarokên malbateke karker e, bi eslê xwe Zaza e.
Pütün di 1'ê Nîsana 1937'an de li navçeya Yüreğir a Edeneyê ji dayik bû. Diya wî bi eslê xwe kurd e; Ji navçeya Gimgimê ya Mûşê ye, bavê wî bi eslê xwe Zaza (Kurd) ye: Ji navçeya Sêwreg ya Rihayê ye. Dibistana seretayî ango ya destpêkê û ya navîn li Edeneyê qedand. Ew ji 9 saliya xwe ve dest bi karkirinê dike. Guney, ji karên pembo bigre heta hesabgeriyê, gelek karên cîhêreng kir. Di van salan de wêje bala wî kişand û dest bi nivîsandina çîrokan kir. Lîseyê li Edenê, li zanîngeha Enqerê, Hiqûq, li zanîngeha Stembolê jî li fakulteya îqtîsadî xwend. Di salên lîseyê de ew gelekî ji hunerê re baldar e û di wan salan de kovareke hunerî ya bi navê 'Dorûk (Lûtke)' derdixe û çîrokan dinîvîsîne. Dema xwendina xwe berdewam dikir, rejîsor Atıf Yılmaz nas kir.
Bi alîkariya Atıf Yılmaz bû nivîsarê senaryo, lîstikvan û alîkarê rejîsor. Her wiha di sala 1957ande ji bo xwendina fakulteya îktîsadê diçe Stembolê. Lê nikare dewam bike. ji ber ku ji sala 1955an ve ye takîbat û dadgeha der barê wî de bi dawî bibû û di destpêkê de 7 sal û nîv bi cezayî zîndanê û 2 sal û nîv cezayê sirgûnê tê cezakirin. Paşê dadgeha temyîzê biryarê xera dike û di encama dadgehên nû de cezayî wî dibe salek û nîv zîndan û 6 meh sirgûn.
Lewma dibistana wî nîvco dimîne û rêyek tenê li ber wî dimîne. Bi gotina wî ew neçare di dibistana jiyanê de û bi rêya mamosteyên ku jiyan qebûl dike xwe perwerde û hîn bike û ew wisa dike... Di vî warî de ew wiha dibêje; "dibistana min pirtûk in, sînemaye, girtîgeh, qanûnên jiyanê yên tund, zextên civakî, xayîntî û mêrxasîye. Mamosteyê min jî jiyan e." Guney, di sala 1972an de bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan.
Yilmaz Guney dema li Edeneyê fîlmê bi navê 'Endîşe' dikişand, dozgerê Yumurtalıkê ji ber haqareteke ku lê hatibû kirin kuşt û bi 18 sal cezayê zîndanê hate mehkum kirin. Yilmaz Guney, di sala 1981ê ji girtîgeha Spartayê reviya û bi awayekî veşartî derkete derveyî welêt.
Guney, her wiha di 9 îlona 1984an de di 47 saliya xwe de li fransayê çû ser dilovaniya xwe. Ew di fîlmên xwe de, li ser tengasiya jiyana gelê Kurd radiwestiya her wiha, xebatên xwe li ser çîrok, ceribandin û senaryo nivîseriyê jî hebû. Ew di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giran bûha li dû xwe dihêle.
Fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê Yol (Rê) jî yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982an de, bi fîlma 'Wenda' ya rejîsorê yewnanî Costa Gavras re xelata Palmiyeya Zêrîn parvekiribû.
Fîlmên ku Güney tê de weke nivîskarê senaryoyê, derhêner û aktor rol heye, ev in:
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.