From Wikipedia, the free encyclopedia
Xezna Mezin, li rojavayî Kurdistanê ye, ser bi qeza Qamişlo ve ye, gundekî mezine û nêzîkî 200 malan lê heye, gund 10 deqîqan ji bajarê Qamişilo dûre. Xelkên gund debara xwe ji çandinî û karên cûda cûda dikin, dibistana seretayî û ya diwanavendî jî li gund heye, li van salên dawî ji ber hişke saliyê û zextên rejêma Sûrî bi ser xelkên rojava de, xelên vî gundî jî piraniya wan neçar bûn ku ji gund derkevin û ji bo xwe li parêzgeh û navenda paytexta Sûrî li delîvên kar bigerin. Gundê Xezna mezin di dirêjahiya dîrokê de cihê kesyatên bi navûdeng bûye, lewma Seydayê Cegerxwîn jî her di destpêka xwe de li vî gundî melatî kiriye, her weha malbata Xeznewî jî li vî gundî dest bi rêka terîqeta xwe kirin û heta niha jî li vî gundî dimînin.
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (çiriya pêşîn 2024) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.