From Wikipedia, the free encyclopedia
Xemgîn Bîrhat (Dr. Zülfü Kızıldemir) hunermendê kurd e.
Dr. Xemgîn Bîrhat di sala 1961´an de, li Dêrsimê hate dinê. Di sala 1980´de xwendina lîseyê kuta kir û ji bo xwendina bilind diçe Elmanyayê. Hunera Kurd li vê derê hîn baştir naskir. Li ser muzîk û hunera Kurdî bi gelek hunermendên kurdre, weke Zozan, Çiya, Şehîd Sefkan û Mizgîn xebat kir û bi hevkariya wan hunermendan yekemîn car Yekîtiya Hunermendên Welatparêz Kurdistan, HUNERKOM di sala 1983´an de ava kirin. Li vê derê weke endamekî çalak xebitî û di sazkirina Koma Berxwedan de cîhekî girîng girt. Dr. Xemgîn Bîrhat xebata xwe a hunerî, ji sala 1983´an heta niha, di nav xebatên Koma Berxwedan de jî berdewam dike. Di nav Koma Berxwedande hem gelek stran şîrove kiriye û hem jî besteyên ku li hemu welat deng dane, afirandiye û nivîsandiye.
Dr. Xemgîn Bîrhat ji bilî tekoşîna civakî û hunerî, xwendina xwe ya akademîk jî domandiye û li zanîngeha bilind li bajarê Münster (Elmanya) li ser rojnamevaniyê xwendina xwe ya dawîn kuta kiriye û doktora xwe li ser Muzîka Kurdî stendiye.
Dr. Xemgîn Bîrhat heta nîha pênç kasêt tomarkirine. Di nav 16 berhemên Koma Berxwedan de ji Xemgîn Bîrhat gelek stran şîrove kiriye û nivîsandîye.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.