Xanedana Yuan
Xanedana emperyal a mongolî li Çînê(1271-1368) / From Wikipedia, the free encyclopedia
Xanedana Yuan (bi çînî: 元朝, lat. "Yuáncháo" mongolî: Dai Ön Yeke Mongghul Ulus) xanedaneke ku di navbera 1280-1368 de li Çînê hukumdar bû. Xanedan ji hêla Mongolan ve hat damezrandin.
Xanedana Yuan | |
---|---|
39°54′54″Bk 116°23′24″Rh | |
Parzemîn | Asya |
Paytext | |
Ziman | Çînî û Zimanê mongolî |
Dema avabûnê | |
Birêvebirin | |
• Awayê birêvebirinê | Keyîtiya serberdayî |
Rûerd | |
Nifûs | 90.000.000 (1300), 83.873.000 (1330) |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Kubîlay Xan damezrînerê xanedanê ye ku neviyê Cengiz Xan, kurê Tuluy e. Di sala 1368an de împerator Togon Temur neçar ma ku paytext Dadu (çînî: 大都 Dàdū, farisî: خان باليق Khān Bālīq, tirkî: Hanbalık) berde û bireve bakur. Ji vî şunda xanedan bi navê Xanedana Yuan ya Bakur hatiye nav kirin. "Tadu" navenda bîngehîn a Xanedana Yuan e ku ji hêla Kubîlay Xan ve hatiye saz kirin û niha paytexta nûjen ya Çîn ê, Pekîn e.
Xanedan bi rastî beşek ji Împeratoriya Mongolî e ku ji Ewropaya Rojhilat û Rûsya heya Rojhilata Navîn, Çîn û Koreya dirêj dibe. Lêbelê, Mongolên vê xanedanê tenê bi împeratoriya Çîn re mijûl bûn û tercîh kirin ku li şûna sernavê "Kaxanê Mongol", sernavê "împeratorê Çîn" bi kar bînin.
Qedexe û zordariyên bêbandor ku ji hêla rêveberiya Mongol ve dahate kirin bu sedema serhildanên Çînan ango gelê Han. Di sala 1333an de serhildan li seranserê welat belav bu. Di sala 1340na de lî başûrê Çîn Serhildana Turbana Sor derket û li dewerên din yê welat belav bu. Yek ji serverên vê serhildanê Zhu Yuanzhang di sala 1368an de bajarê Dadu bi dest xist. Xanedana Yuan têk çu, xanedana Ming hate damezrandin.