Xalîçe
parçeyek tekstîl ji bo erdê malan werê veşartin / From Wikipedia, the free encyclopedia
Xalîçe, mafir, mehfûr, xalî berhemeke tevnkeriyê (cûmkerî) ye. Li dezgehên taybet ên xalîkeriyê (mehfûrkerî) tên çêkirin. Girêbendikên hûrik gorî nexş û nîgarên xwestî, li bendên tevnê tên girêdan. Bi giştî dema girê bidawî dibin, xalî jî bidawî dibe. Karekê gelek dijwar e.
Tevnên cilan li Kurdistanê berwarî, yên xaliyan jî emûdî (qinc) ne. Tevnên cilan kêmber ên xaliyan pirranî çargoşeyî û biber in. Xaliyên nûjena di fabrîkan de tên çêkirin û ne tenê ji girêbendikan e.
Mafir ne tenê wekî cîrax an binraxekê tê bikaranîn, mafirên dîwaran jî hene. Li cîhanê xaliyên faris, îtalî, kurd û hayan (ermenî) deng vedane. Xalî bi giranî li Bakurê Kurdistanê, li parêzgehên Meledî, Gurgum, Xarpêt, Wan, Riha, Dîlok û Colemêrgê tê çêkirin. Xaliyên herî mezin û nîgarxweş li Melediyê tên çêkirin.