![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/da/DURER1.png/640px-DURER1.png&w=640&q=50)
Wênesaz
From Wikipedia, the free encyclopedia
Wênesaz, wênevan an jî resam kesên ku wêne çêkin in. Wênesaz hunermend in.
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/da/DURER1.png/640px-DURER1.png)
Li Rojhilata Kurdistanê ji bo wênesaz "wênekêş" tê gotin. Lê li Bakurê Kurdistanê "wênekêş" ji bo makînaya fotografan tê bikaranîn. Gotina wênesaz li ser bingeha wêne û sazkirinê hatibe çêkirin jî, gotina wênekêş li ser wêne û kişandina firçeyê hatiye çêkirin. Di kurmanciya bakur de "wêne hate kişandin" nîn e, lê "wêne hate girtin" heye. Nexwe "wênekêş" di şûna makînaya fotografan de ne gotineke 100% rast be jî, di çanda nivîskî de êdî wisa hatiye bikaranîn.[çavkanî hewce ye]