Wermêl
gund / From Wikipedia, the free encyclopedia
Wermêl (bi rênivîsa aramî: گوندێ وەرمێلێ, gunde Warmele), gundekî Başûrê Kurdistanê ye. Gundê Wermêlê dikeve ser bi nahiyeya Bamernê, qezaya Amêdiyê û parêzgeha Dihokê ve. Xwediyê erdnîgariyeka mezin, sext û çiyayî ye. Rûbarê Xabûrî sînorê bakurî yê vî gundî ye. Xala herî dawî ya çiyayê Metîna dikeve nav axa vî gundî ko jê re dibêjin Qûlmetîn. Xala herî nizm li ser asta deryayê di vî gundî de dikeve bakurê rojavayê gundî hema bibêje ber kenarên rûbarê Xabûrî û xala herî bilind jî li ser asta deryayê Mila Cuhnîkî ye.
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (hezîran 2024) |
Gundên cîran ev in: Kanî Belavê, Kela Şêxo, Banka, Babguriya, Pasê, Barholê, Bilêcanê, Gereguhê û Babîrê.