Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê an jî Dewletên yekbûyî bi kurtasî DYA (bi îngilîzî: United States of America; bi kurtasî U.S. an jî U.S.A.), dewleteke li Amerîkaya Bakur e ku ji 50 eyaletan pêk tê û her eyaletek xwedî statuyeke taybet e. 48 eyaletên Dewletên Yekbûyî di navbera Kanada û Meksîkê de ne. Eyaleta Alaskayê li bakurê Kanadayê ye, eyaleta Hawaî jî li Okyanûsa Mezin dimîne. Welat hem ji aliyê erd û hem jî ji aliyê giştî ve welatê herî mezin ê cîhanê yê sêyem e. Sinorên bejahî li aliyê bakur bi Kanadayê re û li aliyê başûr jî bi Meksîkê re heye. Sinorên deryayî yên vî welatî jî bi Bahama, Kuba, Rûsya û welatên din re hene. Dewletên Yekbûyî bi nifûsa zêdetirî 333 milyonan bûye welatê herî qerebalix ê parzemîna Amerîkayê û sêyem welatê herî qerebalix ê cîhanê ye.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê United States of America |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Dirûşm: | ||||||
Sirûd: "The Star-Spangled Banner" Marş: "The Stars and Stripes Forever"[3] |
||||||
Paytext | Washington DC 38°53′Bk 77°01′Ra | |||||
Bajarê mezin | New York City 40°43′Bk 74°00′Ra | |||||
Zimanên fermî | Asta federal[a] | |||||
Zimanê neteweyî | Îngilîzî[b] | |||||
Komên etnîkî | 72.41% Spî 12.61% Reş 9.11% Yên din/Piretnîkî 4.75% Asyayî 1.12% Binkî |
|||||
Demonîm | Amerîkan | |||||
Rêveberî | Komara federal a serokatiyê | |||||
• | Serok | Joe Biden | ||||
• | Cîgirê Serokê | Kamala Harris | ||||
• | Peyvdarê Qesrê | Nancy Pelosi | ||||
• | Serokê Dadê | John Roberts | ||||
Pêşvebirî | Encûmen | |||||
• | Meclîsa jorîn | Senato | ||||
• | Meclîsa jêrîn | Nûnerên Parlementoyê | ||||
• | Deklarasyon | 4ê tîrmehê, 1776 | ||||
• | Konfederasyon | 1ê adarê, 1781 | ||||
• | Peymana Parîsê | 3ê îlonê, 1783 | ||||
• | Destûr | 21ê hezîranê, 1788 | ||||
• | Mukirkirina awayê rêveberiya dawî | 24ê adarê, 1976 | ||||
Rûerd | ||||||
• | Giştî | 9,833,517 km2[d] (3.) | ||||
• | Av (%) | 6.97 | ||||
• | Giştî welat | 9,147,593 km2 | ||||
Gelhe | ||||||
• | 2016 Texmînkirin | 324.045.364 (3.) | ||||
• | Tîrbûn | 35/km2} (180.) | ||||
TBH (PHK) | 2016 texmînkirin | |||||
• | Giştî | $18.558 trîlyon (2.) | ||||
TBH (nomînal) | 2016 texmînkirin | |||||
• | Giştî | $18.558 trîlyon (1.) | ||||
Gini (2013) | 40.8 navîn |
|||||
PPM (2014) | 0.915 pir bilind · 8. |
|||||
Dirav | USD ($) (USD) | |||||
Demjimêr | (UTC−4 heta −12, +10, +11) | |||||
• | Havîn (DH) | (UTC−4 heta −10[e]) | ||||
Celebê dîrokê | MM/RR/SSSS | |||||
Hatûçûna ajotinê | rast[f] | |||||
Koda telefonê | +1 | |||||
ISO 3166 | US | |||||
Înternet TLD | .us .gov .mil .edu |
Dewletên Yekbûyî ji 50 eyaletan, herêmek federal, pênc herêmên sereke, neh giravên biçûk ên derve û ji 326 rezervasyonên hindî pêk tê. Dewletên Yekbûyî ji hêla erd û ji hêla rûbera tevahî ve sêyemîn welatê herî mezin ê cîhanê ye. Paytexta neteweyî ya Dewletên Yekbûyî Washington, D.C. ye û bajarê herî populerê Dewletên Yekbûyî ku navenda darayî ya sereke ye, bajarê New York City ye.
Gelên xwemaliyên Dewletên Yekbûyî bi hezaran sal in li Amerîkayê dijîn. Kolonîzasyona brîtanî ku di sala 1607an de dest pê kir bûye sedema damezrandina Sêzdeh Koloniyên ku niha li Dewletên Yekbûyî yên Rojhilat e. Koloniyan bi Keyaniya Brîtanî re li ser bac û nûnertiya siyasî ketin nîqaşan ku bûne sedema Şoreşa Amerîkayê û şerê şoreşgeriyê. Dewletên Yekbûyî di 4ê tîrmeha sala 1776an de serxwebûna xwe îlan kir û bû yekem netewedewlet ku li ser prensîbên aramiya mafên xwezayî yên ku nayên guhertin, razîbûna rêvebiran û demokrasiya lîberal ava bûye. Ji ber ku welat li seranserê parzemînê di gelek şeran de, bi bidestxistina axê û peymanan, di dawiyê de gihîştin Okyanûsa Mezin û di sedsala 19an de, felsefeya siyasî ya Dewletên Yekbûyî ji têgeha çarenûsa eşkere bi bandor dibe. Perçebûna herêmî ya ji ber mijara koletiyê dibe sedema perçebûn û Dewletên Konfederal ên Amerîkî ku di dema Şerê navxweyî yê Amerîkayê (1861-1865) de li dijî dewletên mayî yên yekîtiyê re şer kirin. Bi serkevtin û parastina yekîtiyê re, koletî bi qanûna sêzdehan ji holê hatiye rakirin.
Hikûmeta Dewletên Yekbûyî komarek federal e ku nûnerê demokrasiyê bi sê şaxên hikûmetê hatiye dabeşkirin. Hikûmet xwedan meclîsek neteweyî ye ku ji Meclîsa Nûneran û ji Meclîsa Jêrîn pêk tê ku Senato, meclîsa jorîn li ser bingeha temsîliyeta wekhev ji bo her eyaletê dixebite. Gelek pirsgirêkên polîtîk ne navendî ne ku ji hêla dadrêsiyê ve bi qanûnên pir bi cihêreng in. Dewletên Yekbûyî di pîvanên navneteweyî yên kalîteya jiyanê, dahat û dewlemendiyê, hevberiya aborî (reqabeta aborî), mafên mirovan, nûbûn û perwerdehiyê de pir di cihanê de di rêzên asta jorîn de ye ku welat xwedî asteke kêm a gendeliyê ye û xwedî dahata navînî ya herî bilind ê cihanê ya kesane ye. Di warê melbenda çand û etnîsîteyan de, Dewletên Yekbûyî ji hêla mezintirîn nifûsa koçber a cîhanê ve hatiye avakirin.
Dewletên Yekbûyî welatek pir pêşkevtî ye ku xwediyê dahata navînî ya herî zêde ya li cîhanê ye. Aboriya Dewletên Yekbûyî bi qasî çaryeka Dahata Berhemên Kesane ya Neteweyî ya cîhanî pêk tîne û ji hêla Dahata Berhemên Kesane ya Neteweyî ve di rêjeyên danûstendina bazarê de welatê herî mezin e. Welat di cîhanê de derhanînkatê herî mezin û duyem mezintirîn hinardekar e ku xwediyê dewlemendiya herî mezin ê cîhanê ye. Dewletên Yekbûyî endamê damezrîner ê Neteweyên Yekbûyî, Banka Cîhanî, Fona Pereyan a Navneteweyî, Rêxistina Dewletên Amerîkî, NATO, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ye û endamê daîmî yê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye. Welat wekî hêza herî girîng a siyasî, çandî, aborî, leşkerî û zanistî ya cîhanê ye ku xwedî bandorek gerdûnî ya girîng e.