Viyana
From Wikipedia, the free encyclopedia
Viyana (bi almanî: Wien) bajarê paytext, bajarê herî mezin û yek ji neh parêzgehên Awistriya ye. Viyana bajarê herî qerebalix ê Awistriya ye û bajarê seretayî ye ku li qada bajarî 2 milyon niştecîh (2,9 milyon di nav devera metropolê de ku nêzîkî sêyeka nifûsa Awistirya ye) û navenda çandî, aborî û siyasî yê Awistiryayê ye. Bajêr ji hêla nifûsê ve di Yekîtiya Ewropayê de 6em bajarê herî mezin e ku bajarê herî mezinê li perava Çemê Dunabê hatiye avakirin.
Viyana
| |
---|---|
| |
Wien | |
Viyana li ser nexşeyê | |
Koordînat: 48°12′30″Bk 16°22′21″Rh | |
Parzemîn | Ewropa |
Dewlet | Awistirya, First Republic of Austria, Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê, Republic of German-Austria, împeratoriya Awistiryayê, Federal State of Austria, Almanyaya Nazî, Habsburg monarchy, Archduchy of Austria, Duchy of Austria, Margraviate of Austria, Duchy of Bavaria, Allied-occupied Austria |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | Sedsala 1an b.z. |
Damezrîner | Kelt |
Îdarî | |
• Şaredar | Michael Ludwig (2018–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 414.78 km2 (16.015 sq mi) |
Bilindahî | 151 m (495 ft) |
Nifûs | 1.973.403 (2022) |
Dem | |
Koda telefonê | 01 |
Plakaya erebeyê | W |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Heya destpêka sedsala 20an, Viyana bajarê herî mezin ê almanîaxivê li cîhanê bû ku berî perçebûna Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê di Şerê Cîhanê yê Yekem de, 2 milyon rûniştevanên bajêr hebûn. Bajêr îro piştî Berlînê duyem bajarê herî mezin ê almanîaxiv e. Navendên gelek rêxistinên navneteweyî yên mezin li bajêr heme ku di nav van rêxistinan de Neteweyên Yekbûyî, OPEC û OSCE heye. Bajar li rojhilatê Awistiryayê cih digire û nêzîkî sinorên Komara Çek, Slovakya û Mecaristanê ye. Ev herêm bi hev re herêmeke bi sinoriya Ewropaya Navendî ye. Li gel Bratîslava ku nêzîkî Viyanayê ye, herêmek metropoliya bi 3 milyon niştecihan ava kiriye. Di sala 2001an de, navenda bajêr wekî Mîrateya Cîhanî ya UNESCO hatiye destnîşankirin.
Viyana ji ber mîrateya xwe ya muzîkê ji bo ku gelek muzîkjenên klasîk ên navdar ên wekî Beethoven û Mozart ji Viyanayê ne bajêr wekî "Bajarê Muzîkê" tê zanîn. Di heman demê de tê gotin ku Viyana "Bajarê Xelan" e, ji ber ku Viyana bajarê yekem psîkanalîstê cîhanê Sigmund Freud e. Koka kesên viyanayî niştecihên destpêkê yên Keltî û Romayî ne. Bajêr wekî navendek muzîka Ewropî ya pêşeng, ji temenê Klasikîzma Viyanayê heya destpêka sedsala 20an roleke girîng lîstiye. Navenda dîrokî ya Viyanayê ji hêla komên mîmarî ve dewlemend e ku di nav de qesr û baxçeyên Barok û Ringstraße ya dawiya sedsala 19an ku bi avahiyên mezin, abîde û bi parkan ve girêdayî ye.