From Wikipedia, the free encyclopedia
Uryan Xidir - bi naveke din Sultan Xidir - yek ji ocaxên (esirên sirî/mistîk ên) herêma Dêrsimê ye. Endamên wê bi zaravayê kurmancî xeber didin.
Lîsteyeke çavkaniyan, girêdanên derve yan jî bîbliyografî di vê gotarê de hene lê belê tê de çavkaniyên di nav cimleyan de tine ne loma teyîdkirina agahiyan ne mimkûn e. (gulan 2024) |
Li gorî lêkolînên Dêrsimî (di pirtûka wî ya duwem de yê ku di sala 1997'an de hatibû wesandin, li rûpela 128an) serokê ocaxê Nebî Xidirî bû û ji aliyê gelê xwe wek keseke pîroz dihat qebûlkirin. Gora wî li gundê Zêwe (Dorutay) di navceya Pêrtagê de peyda ye.
Gora wî îro ji aliyê gelê herêmê wek zaret/ciheke pîroz tê bikaranîn. Li gorî gotûbêjan gelek kesên ku cûne ber gora wî pistî zaretê ji nexweşiyên xwe xelas bûne. Ev bawerî hê ji di nav gel de heye.
Li gorî pirtûka Firat (rûpel 234) ev ocax êdî ne li Zewê bi cih kirî ye, li şûna wan sê eşîrên din ên kurd xwe li vî gundî bi cih kirine.
Dema ku mirov li ocaxên din ên Dêrsimê dinêre, jimara ocaxa Uryan Xidirî li gorî ocaxên din kêmtir e û ji sedsala derbasbûyî pê ve ocaxê bandora xwe ya berê wenda kiriye. Dêrsîmî tîne ziman ku ev ocax di demên kevn de pêtir wek dewrêş/sûfî hatine dîtin (û ne wek ocaxeke sirî/mistîk). Talibên vê ocaxê hê jî li Xinûs, Qocgirî û Mereşê hene.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.